Di êrîşên li Mûsilê de 10 jê zarok nêzî 20 kes mirin

Di êrîşên li Mûsilê de 10 jê zarok nêzî 20 kes mirin

Li bajarê Mûsilê di encama êrîşên bi du wesayîtên bombebarkirî de, li gorî agahiyên destpêkê 10 jê zarok 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 70 kes birîndar bûn.

Li navçeya Telafer a Mûsilê, ku piraniya şêniyên wê Tirkmenên Şîa ne, bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş hatin kirin û li gorî agahiyên destpêkê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 70 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 10 zarok û herî kêm 5 polîs hene. Fikar tê kirin ku hejmara mirî û birîndaran zêde dibe. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mûsilê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qeymeqamiya Telaferê hat dayîn, yek ji teqînan li nêzî dibistanekê ya din jî li nêzî navenda polîsan rû daye.

Roja Şemiyê jî, 49 jê heciyê Şîa, 2 jê rojnamevan herî kêm 73 kesan di bûyerên dijwariyê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Iraqê tengaviya herî dijwar a pênc salên dawî tê jiyîn. Tê gotin, ji destpêka meha Cotmehê û vir ve 140 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji destpêka salê û vir ve jî zêdeyî 4 hezar û 850 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî ku di 1'ê Cotmehê de da, di nava meha Îlonê de di bûyerên dijwariyê yên li Iraqê de 979 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 133 kes jî birîndar bûn. Herêma ku herî zêde di bin bandora êrîşan de ma Bexda bû. Li gorî Neteweyên yekbûyî li herêma paytext Bexdayê 418 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm hezar kes jî birîndar bûn. Li dû Bexdayê, Nînova, Diyala, Selahaddîn û Anbar tên.