Di êrîşa polîsan de herî kêm 47 kes hatine destgîrkirin
Di êrîşa polîsan a li ser çalakiya Dayikên Şemiyê de herî kêm 47 kes hatine destgîrkirin.
Di êrîşa polîsan a li ser çalakiya Dayikên Şemiyê de herî kêm 47 kes hatine destgîrkirin.
Di êrîşa li ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasaray a pirskirina aqûbeta kesên winda û darezandina berpirsyaran a di hefteya 700’î de herî kêm 47 kes hatin destgîrkirin. Di nava kesên hatine destgîrkirin de Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akin û xebatkarê rojnameyê Hasan Akbaba jî heye.
KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN
Navê 27 kesên ku birine Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Rêya Vatanê wiha ne:
"Leman Yûrtsever, Masîde Ocak, Besna Tosûn, Sebla Arcan, Farûk Eren, Cîhan Aktaş, Alî Ocak, Hasan Karakoç, Gamze Elvan, Ozge Elvan, Cîhan Gulunay, Kenan Yildız, Rûşa Sabûr, Fecrî Çalboga, Cuneyt Yilmaz, Jiyan Tosûn, Lezgîn Ozalp, Levent Gokçek, Ozer Oymak, Sînan Tekdemîr, Suleyman Benli, Koray Kesik, Sinan Arslan, Osman Akin, Hasan Akbaba, Denîz Koç, Volkan Ûyar."