Di êrîşa li Naîrobî de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa li Naîrobî de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Kenya Naîrobiyê, hejmara kesên di êrîşa li dijî navendeke luks a kirîn û firotinê de jiyana xwe ji dest dan derket 49'an. Di êrîşa ku berpirsyariya wê rêxistineke oldarên radîkal girt ser milê xwe de herî kêm 200 kes birîndar bûn. 

Komeke çekdar, roja Şemiyê ketin hundirê navendeke luks a kirîn û firotinê ya li paytext Naîrobî, gule li derdorê reşand û bombe teqand. Hejmara kesên li hundir dîl hatin girtin, nayê zanîn.

Êrîş ji aliyê 10 kesên rûpêçandî yên çekdar ve hat kirin. Di êrîşa ku berpirsyariya wê rêxistinha bi navê El Şahab a Somaliyî girtiye ser milê xwe, heta niha herî kêm 49 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin, îro jî dengê çekan ji hundir tê. Hejmareke zêde ambûlansan xwe gihandin cihê bûyerê.