Di êrîşa çeteyan a Gulsuyu de kesek hat binçavkirin
Di êrîşa çeteyan a Gulsuyu de kesek hat binçavkirin
Di êrîşa çeteyan a Gulsuyu de kesek hat binçavkirin
Hat îdiakirin ku di bûyera çeteyan a li Taxa Gulsuyu gule berdan ser gel û bûn sedema birîndariya neh kesan kesek hatiye binçavkirin.
Polîsên Qereqola Esenkent ên li rêveberê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) geriyan gotin ku têkildarî êrîşê kesek hatiye binçavkirin. Navê kesê binçavkirî ku nehat aşkerakirin hat destnîşankirin ku ew kes birine Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
DI NAV DE NÛÇEGIHANÊ DÎHA JÎ KU HEBÛ 9 KES BIRÎNDAR BIBÛN
Li Taxa Gulsuyu dema li dijî çeteyan meş hat lidarxistin, çeteyan êrîş birin ser girseyê û di nav wan de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Oyku Dîlara Keskîn jî ku hebû 9 kes hatin birîndarkirin. Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Bîrgul Yukselîr jî bi guleya ku li kaboka wê ket birîndar bibû.