Di Edliyeya Stenbolê de rageşî

Di Edliyeya Stenbolê de rageşî

Polîsên hêzên çevîk ketin Edliyeya Stenbolê. Di hundir de dengê slogana tê. Hate ragihandin ku, polîsan di hundirê edliyeyê de gaz bikaraniye.

41 kesên di nav de endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ÇHD’ê jî heyî anîn edliyeyê. Di dema karûbarên xebatên îfade daneê de, hêjmarek gelek polîsên hêzên çevîk ketin hundirê Edliyeya Stenbolê. Di hundir de dengê slogana tê. Hate ragihandin ku, polîsan gaza bîberê di hundir de bikaraniye.

Li gorî agahiyên ku Prz. Davût Erkan dane ANF’ê ragihand ku, xwestin binçavkiriyan bi zorê di lêgerîna zirav re derbaz bikin, lê beê dema li dijî vê derketin, zorê di lêgerînê de derbazkirin û destên wan kelepçe kirin.

Erkan da diyarkirin ku, li Edliyeya Stenbolê di navbera parêzerên mudafî û dozgeriyê de benda polîsan hatiye danîn, her wiha got; di dema rageşiyê de Prz Alî Şafak û du parêzerên din birîndar bûne.

Destûr nadin parêzer jî bikevin edliyeyê. Endamên Cepheyê Gel û Koma Yorûm jî li ber edliyeyê bi slogana piştgiriyê didin hevalên xwe yên di bin çavan de.