Di Doza Komkujiya Enqereyê de îro roja biryardanê ye
Rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê dewam dike. Tê payin ku îro biryar bê dayin.
Rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê dewam dike. Tê payin ku îro biryar bê dayin.
Rûniştina biryardanê ya Doza Komkujiya Enqereyê ku 19 jê girtî 36 bersûc lê tên darizandin, li Saloan Dadgehê ya Girtîgeha Sîncanê di roja sêyemîn de ye. Di roja dawî ya rûniştinê de hêzên taybet ên polîsan, ambûlansek, TOMA'yeke polîsan û yeka jendermeyan li derdora salona rûniştinê hatin bicihkirin.
Parêzeran ji heyeta dadgehê xwestin ku belgeyên kêm ên bersûcan ji dadgehên li bajarên din bên xwestin, lê ev daxwaz nehate qebûlkirin. Tevî ku parêzeran li ser berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê di komkujiyê de gelek delîl pêşkêş kirin jî, li wezîfedarên cemaweriyê doz nehate vekirin.
BIRYAR WÊ ÎRO BÊ DAYIN
Tê payin ku di rûniştina îro de biryar were dayin. Li gorî agahiyan, Serokê dadgehê Selfet Gîray gotiye, "Heta nîvê şevê dewam bike jî ez ê îro biryarê bidim."