Di doza KCK'ê ya Stenbolê de polîsan êrîşî malbatan kir
Di doza KCK'ê ya Stenbolê de polîsan êrîşî malbatan kir
Di doza KCK'ê ya Stenbolê de polîsan êrîşî malbatan kir
Rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd a li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku ji doza KCK'ê tên darizandin berdewam dikin. Di rûniştina dozê de malbatên xwestin xizmên xwe yên girtî bibînin rastî êrîşa polîsan hatin.
8'emîn roja 4'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên ji doza KCK'ê ya sereke ya Stenbolê li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin berdewam dike. Rûniştina doza siyasetmedarên di sala 2011'an de bi operasyona bi navê "Doza KCK'ê" hatin girtin û di navde rêveberên BDP'ê rojnameger, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û akademîsyen jî hene li Kampusa Girtîgeha Silivrî berdewam kir.
Di rûniştinê de ji ber ku tenduristiya 2 kesan nebaş bû amade nebûn. Ji siyasetmedarên serbest jî tenê 19 girtî tevlî rûniştinê nebûn. Gelek parêzer û xizmên malbatan jî tevlî rûniştina dozê bûn. Di rûniştinê de Parêzer Ercan Kanar li ser xala parastina zimanê zikmakî ya hêjmar 6411'an rawestiya û wiha got: "Astengiyên li pêş parastina zimanê zikmakî li dijî zagonên navneteweyî ye.”
Kanar di parastina nivîskî de diyar kir ku, îdîaname li nerîna îxtîdara siyasî a serdest nîşan dide û tu xebatên ku wekî sûcê delîl didin pêş sûc nayê qebûl kirin. Kanar xwest pêvajo jî li ber çavan bê girtin û hemû siyasetmedar serbest bên berdan.
Prz. Mahmut Taşçi û Cihan Ezer jî anî ziman ku, îdîaname li dijî hiqûqê ye û xwest muwekîlê wan serbest bên berdan. Piştî parastina parêzeran dê parastina siyasetmedaran bê girtin û biryar bê dayîn.
Li aliyê din malbatên xizmên girtiyan ku xwestin doza siyasetmedaran bişopînin û têkevin salonê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi gazên îsotê mudaxale kir û destûr nedan ku malbat têkevin salonê. Piştî mudaxaleyê rawestîna malbatan û rageşî berdewam dike.