Di doza KCK’a Stenbolê de parastina Kurdî hate redkirin
Di doza KCK’a Stenbolê de parastina Kurdî hate redkirin
Di doza KCK’a Stenbolê de parastina Kurdî hate redkirin
Di rûniştina 118'ê jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên ji doza “KCK'”ê ya Stenbolê tê dîtin de dîsa parastina zimanê zikmakî hat redkirin. Li ser navê siyasetmedaran endamê MYK'ê ye BDP'ê Mustafa Avci xwest bi kurdî parastinê bike, lê daxwaza parastina Kurdî hat redkirin.
7'emîn roja 4'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên ji doza KCK'ê ya Stenbolê 2 salin tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam dike. 5 siyasetmedar ji ber rapora tenduristiyê tevl3i rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de parazêrenên girtiyan jî amade bûn. Li ser navê parêzeran Prz. Sînan Zincir parastin kir û diyar kir ku, ew dê parastina siyasetmedarên Kurd di rûniştina pêş de bikin. Endamê MYK'ê yê BDP'ê Mustafa Avci jî xwest bi kurdî parastinê bike û parastina wê bê tercûmekirin. Lê heyeta dadehê piştî daxwaza Avci nirxand, daxwaza parastina kurdî red kir. Heyetê bi hinceta 'Hêj derbasî parastina bi devkî nebûne" daxwaza Avci red kir.
'ÎDÎA ENCAMA FERASETA HIŞMENDIYA ZILAM E'
Piştî parastina zimanê zikmakî hat redkirin, parêzeran xwest muwekilên wan serbest bên berdan. Li ser navê parêzeran Parêzera Siyasetmedara Kurd Çîgdem Kiliçgun Uçar û Ayşe Haci Mîrzaoglu Prz. Meral Hambayat diyar kir ku, di îddîanameyêde hemû xebatên partiya siyasî BDP'ê wekî xebatên dijzagonî tên nîşandan û dixwazin xebatên kurdan ên siyasî wekî xebatên dijzagonî bidin nîşandan.
Hambayat anî ziman ku, pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û wiha got: "Parêzerên ku berê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin pêk anîn hatin girtin. Ji ber ku rojnamegeran fikr û ramanên Ocalan nivîsandin hatin girtin. Ji ber ku projeyên Ocalan niqaş kirin hatin girtin. Di vê pêvajoyê de ev girtek û îdîanameyên hatine amadekirin tev bêwate bûne. Divê ev girtina bêheq û bêhiqûq bi lezgin bi dawî bebe. Dîsa di îdîanameyê de xebatên BDP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka jinê tê meşandin wekî "Qaşo pirsgirêka jinê" hatiye bi navkirin. Ev feraseta dozger a serdestiya zilam nîşan dide.
'ÎDDÎANAME LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'
Ji parêzerên siyasetmedaran Feyzi Çelîk jî destnîşan kir ku, îdîaname ji hiqûq û edaletê dûre û wiha got: "Dema em li delîlên nava dosyayê dinêrin hemû xebatên siyasî ne û yek delîl nayê qebûlkirin. Ji ber ku mirov bi darazê bawer dibin xwe bi rêxistin dikin. Lê daraz kesên xwe bi rêxistin dikin û karê siyasî dimeşînin bi operasonan tevan digirin û dişînin girtîgehan. Ev îddîaname nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê ez dixwazin siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.
'HIKÛMET LI XWE MIKUR HAT KU OPORASYON SIYASÎ YE'
Parêzer Kadîr Tunç jî paratin kir û anî ziman ku, naverok û delîlên hatine komkirin tu wekî delîlên sûc nayên qebûl kirin û divê siyasetmedar ji ber xebatên xwe yên siyasî neyên girtin. Tunç ji peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û gelek peymanên din ên YE'ê mînak dan û wiha got: "Peymana KCK'ê wisa berfireh hatiye amadekirin mirov dikare wekî gelek peymanên navneteweyî mînak bide. Di îddîanameyê de tê gotin ku, li gorî peymana KCK'ê Konseya Bajar a Demokratîk a Bajaran hatiye avakirin. Lê ev peyman di rêziknameya BDP'ê de aşkere hatiye diyarkirin û wekî xebatên sereke hatiye qebûlkirin. Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay jî li xwe mikur hat û got, dozên KCK'ê operasyonên siyasî ne. Ev jî nîşan dide ku operasyon dijhiqûqî û li dijî mafê siyaseta demokratîkin.
Rûniştina dozê piştî nîvro berdewam dike.