Di doza Erkan Kaya de pêşî li vekirina lêpirsînê vebû

Di doza girtî Erkan Kaya yê 24 salî de, ku li Girtîgeha Mûglayê şewitî û jiyana xwe ji dest da, Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana malbatê ya li ser binpêkirina mafê jiyanê û venekirina lêpirsîneke bi bandor, qebûl kir.

Di doza girtî Erkan Kaya yê 24 salî de, ku li Girtîgeha Mûglayê şewitî û jiyana xwe ji dest da, Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana malbatê ya li ser binpêkirina mafê jiyanê û venekirina lêpirsîneke bi bandor, qebûl kir.

Di doza Erkan Kaya de, piştî ku îdareya girtîgehê di parêznameya xwe de got; "Îdare, tevî nabêje rêveberiya girtîgehê bi temamî bi qisûr e, di esasê parastinê de qisûra îdareyê di vê bûyerê de heye. Diviyabû hîn bêhtir bi hesasî tevbigeriya" malbatê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Dadgehê di biryara xwe ya 20'ê Gulana 2015'an de got, "Di çarçoveya mafê jiyanê yê bi xala 17. a Destûra Bingehîn re hatiye ewlekirin de, mukelefiya parastina jiyanê û mukelefiya meşandina lêpirsîneke bi bandor hatine binpêkirin." Dadgehê hikum da ku 30 hezar TL tazmînata manewî ji malbatê re û mesrefên dadgehê bê dayîn.

Parêzerê Malbatê Adnan Kaya pêvajoya dadgehê ji ANF'ê re nirxand û pîvana di biryara hatiye dayîn de rexne kir. Kaya got, "Pîvan; ji ber xemsarî û nêzîkatiyeke ne hesas mirina mirovekî li cihekî di bin kontrol û çavdêriya dewletê de ye. Di vir de qisûra şexs jî heye, lê belê ji ber ku li saziyeke di bin kontrola dewletê de bû, wezîfedarên tedbîrên têrker negirtin û hesasiyeteke pêwîst nîşan nedan, hîn bêhtir bi qisûr in. Lêpirsîn bêyî dîtina vê rastiyê hatiye vekirin û girtin. Ji xwe bêcezahiştin polîtîkayeke dewletê ye. Tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî, di nava dadgeriyê de hînê pêkanîna bêcezahiştinê dewam dike."

'DIVÊ LÊPIRSÎN LI WEZÎFEDARAN BÊ VEKIRIN'

Kaya diyar kir ku piştî vê biryarê divê Serdozgeriya Komarê ku Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê pê ve girêdayî ye, lêpirsînê veke û got, "Pêwîst e li hemberî personelên li girtîgehê wezîfedar in lêpirsîn were vekirin. Em li bendê ne ku lêpirsîn jî veguhere dozê û di encama dozê de berpirsyar werin cezakirin." Kaya da zanîn ku ew ê di vî warî de serlêdanê bikin û eger doz neyê vekirin ew ê dosyayê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.