Doza ku 2010’an der barê 71 endamên Ciwanên Nû yên Demokratîk (DYG) bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” hatibû vekirin, li 19. Dadgeha Cezayê Giran ê Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de 9 girtiyên tê dadgehkirin û parêzer beşdar bûn. Di dozê de parêzerên girtiyan mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku Ayşe Acînîklî yê ku parêzerê beşek ji girtiyan e di girtigehê de ye, daxwaz kirin ku ji bo parastinê amade bikin û lewre xwestin ku doz bê taloqkirin. Daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin, li ser vê girtiyan sucê xwe qebûl nekirin û daxwaza berdanê kirin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn jî destnîşan kir ku erkdarên hatine girtin an jî revîne bi bîr xist û wiha got: “Divê ev dosye bi tememî bê betalkirin. Ev dosya li ber çavan neyê girtin.”
Piştî parastina girtiyên ji derve tên dadgehkirin û daxwazên parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Heyeta Dadgehê ji 27 kesan re bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” 7 sal û 6 meh, 5 kes jî “Endamê rêxistinê ne” û “Madeyên teqemenî li gel hatine dîtin” 10 sal, 10 kes jî “Endamê rêxistinê ne” û “Madeyên teqemenî li gel hatine dîtin” 9 sal, der barê kesekê de jî bi sûcê belgeyên sexte 3 sal ceza hat dayîn. Bi vî awayî ji bo 43’ê kesan bi giştî 345 sal û 6 meh ceza hat dayîn û der barê 28 kesan de jî biyara serbest berdanê hat dayîn.