Di doza Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan

Di danişîna doza êrîşa li dijî malbata Dedeogûllari de dadgehê cezayên kêm dan bersûcan.

Danişîna 3’yemîn a doza jinûve derbarê 9 kesan de têkildarî êrîşa ewil a di 30’ê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari hate kirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hate lidarxistin. Ji malbata Dedeogûllari, Çetîn Dedeogûllari, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn. 

Danişîn, bi xwendina evraqên li dosyayê hatin zêdekirin dest pê kir. Piştî ku dozger mutalaya xwe dubare kir, dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê daxwazên keşfê û wergirtina raporê ya derbarê bersûcên tev li bûn de qebûl nekir. 

Li bersûc Lutfî Keleş salek û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji ber ku ev kiryar bi darekî ku weke çekê tê nirxandin û di bedena mexdûr de bû sedema şikestina hestiyan, ceza salek û 24 mehan hate zêdekirin. Piştre dadgehê bi hinceta “Di bin bandora hêrs û êşa giran de ye” ev ceza daxist salek û 15 mehan û bi hinceta “bandorên gengaz ên li ser pêşeroja bersûc” salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li bersûc birî.

Li Keleş ji be sûcê “birîndarkirina biqestî” ya li dijî mexdûr Serap Dedeogûllari salek û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê heman zêdekirin û daxistin di vî cezayî de jî pêk anî û salek û 7 meh û 20 roj cezayê hefsê da. Derbarê Keleş de ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” ya li dijî hemû mexdûran biryara beraetê hate dayîn. 

Derbarê bersûc Alî Keleş de (lawê Velî Keleş) şûna sûcê “teşebus kiriye ku biqestî bikuje” ji sûcê “birîndarkirina biqestî” ceza hate birîn. Heman zêdekirin û daxistin ji bo Alî Keleş jî hatin kirin û 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hate dayîn. Derbarê Keleş de ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 

Li Velî Keleş jî 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Cezayê li Velî Keleş hatiye birîn bi hinceta “qaneh bûne ku dîsa sûc nake” hate taloqkirin. Derbarê Keleş de ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 

Derbarê bersûc Alî Keleş (lawê Lutfî Keleş) de 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Derbarê Alî Keleş de ji sûcê “gefa bi çekê û binpikirina destnedayîna avahiyê” beraet hate dayîn. 

Derbarê bersûc Ayşe Keleş de jî ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 

Derbarê Îbrahîm Keleş de de 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Derbarê Îbrahîm Keleş de ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 

Derbarê bersûc Yahya Çalik de salek û 7 meh û 20 roj cezayê hefsê hate dayîn û cezayê Çalik hate taloqkirin. Her wiha ji sûcê “birîndarkirina biqestî” bi biryarên zêdekirin û daxistinê 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê gitîgehê li Çalik hate birîn. Çalik ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” beraet kir. 

Derbarê bersûc Ramazan Çalik û Alî Çalik de ji sûcên “birîndarkirina biqestî” cuda cuda salek û 7 meh û 20 roj cezayên girtîgehê hate dayîn û ev ceza hatin taloqkirin. Derbarê her du kesan de jî ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 

Derbarê Alî Çalik de jî ji sûcê “birîndarkirina qestî” ya li dijî Metîn Dedeogûllari bi biryara zêdekirin û daxistinê re 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Derbarê Alî Çalik de jî ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 

Dadgehê biryar da ku qedexeya derveyî welat a derbarê Alî Keleş (lawê Lutfî Keleş), Îbrahîm Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş (lawê Velî Keleş), Lutfî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik de berdewam bike û qedexeya derveyî welat a derbarê Ramazan Çalik de were rakirin. 

Daxwaza girtina bersûcan hate redkirin.