Di derbarê 9 parlemeterên HDP’ê de fezleke
Rejîma Enqerê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de, di derbarê 9 parlementeran de fezleke amade kirin.
Rejîma Enqerê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de, di derbarê 9 parlementeran de fezleke amade kirin.
Fezlekeyên bi hinceta Kobanê hatîn amadekirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ve ji bo Wezareta Edaletê hate şandin.
Navê parlementerên ku di derbarê wan de hatîn amadekirin evin; “Pervîn Bûldan, Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Sarohan Olûç, Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî û Pero Dûndar.”
Bal dikîşîne ku Fezlekeyên bi hinceta Kobanê hatîn amadekirin piştî têkçûna Gareyê dan pêş.
Dewleta Tirk piştî ku dîlên şer qetil kir û ji Gareyê vekişiyan, bi sedan HDP’î jî destgîr kirin.