Di dema sirgûnkirinê de êşkence li girtiyan hate kirin

4 girtiyên ku ji Denîzliyê sirgûnî Samsûnê hatin kirin, destên wan, ling û çavên wan hatin girêdan, bi vî rengî birin û tundî lê kirin.

4 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dihatin ragirtin, di 22’yê Sibatê de sirgunî Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Samsunê hatin kirin. hat diyarkirin ku di dema sirgunê de êşkence li girtiyan hate kirin.

Ayşegul Mûratoglû ku birayê wê Halîl Mûratoglû jî di nava wan girtiyan de ye, da zanîn ku birayê wê û girtiyên din di dema sewqkirinê de hatine êşkencekirin.

Mûratoglû, diyar kir ku li ser telefonê bi birayê xwe re axiviye û ev agahî parve kir: “Birayê min got ku dema hatin sirgunkirin, di rê de dest, ling û çavên wan hatine girêdan û di tevahiya rê de êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan hatiye kirin.”

Bi domdarî Mûratoglû ragihand ku ji ber tundiya li wan hatiye kirin paresû û zikê wî pir diêşe û bang li rêxistinên hiqûqê û parastvanên mafên mirovan kir ku hesabê ji berpirsyarên vê êşkenceyê bipirsin.