NÛ BÛ

Di dema jimartina dengên ji derveyî welat de pevçûn derket

Di dema jimartina dengên ji derveyî welat de, bi îdîaya ku deng li çopê hatine dîtin tevlîhevî û pevçûn derket.

Di dema jimartina dengên ji derveyî welat de, bi îdîaya ku deng li çopê hatine dîtin tevlîhevî û pevçûn derket.

Jimartina dengên li derveyî welat, li ATO Congresîûmê destpê kir. Ji ber ku li nava çopê deng hat dîtin, di dema jimartinê de tevlîhevî û pevçûn derket. Li ser vê yekê polîs ket hundirê salonê.

Namzetê HDP'ê yê Enqereyê Orhan Çelebî der barê mijarê de wiha axivî: "Hin rapor-girtname û dengên ji sindoqê derketine, hev negirtine. Li ser vê yekê desteya sindoqê diyar kir ku ew dikarin biryarê bidin ku dengê zêde werin şewitandin. Hemû partî û em li dijî vê derketin. Jimartin niha hatiye sekinandin."