'Di dema herî kurt de bi serketinê re em ê li xaka xwe vegerin'

'Di dema herî kurt de bi serketinê re em ê li xaka xwe vegerin'

Hin ji Kobaniyên li ser herêma navberê ya sînorê Kobanê-Pirsûsê diman, piştî êrîşa hawanê ya çeteyan a berî 5 rojan ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn, neçar man bên Pirsûsê. Malbatên li benda serketina şervanên YPG/YPJ'ê ne gotin, "YPG û YPJ ji bo xaka me canê xwe feda dikin û şer dikin. Di dema herî nêz de, em ê jî bi serketina wan re li xaka xwe vegerin."

Bi zêdebûna êrîşên hewayî yên çeteyên DAIŞ'ê, hin ji malbatên li herêma navberê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li ber wesayîtê xwe bûn, neçar man bên navçeya Riha Pirsûsê. Malbatên di êrîşa çeteyan a 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 10 sivîl birîndar bûn de xizmên xwe winda kirin, hatin Pirsûsê û li binê konan bicih bûn. Tevî zor û zehmetiyan jî malbat jiyana xwe dewam dike.

HETA ÊRÎŞA DAWÎ EM SEKINÎN

Siltan Mistefa ya 50 salî û bûka wê yek ji malbatên Kobanê yên nû hatine. Mistefa diyar kir ku ev pênc roj in ew hatine û got, "Heta êrîşa dawî em sekinîn. Bi hêviya ku biqede û em jî vegerin. Lê nebû." Mistefa da xuyakirin ku ew li binê kon heta serê sibê hişyar in û got, "Li binê kon cih tineye em xwe lê dirêj bikin. Em 3 malbat lê dimînin. Bi giştî 17 kes in. Em vî nanî jî ji bo 17 kesî lê dixin. Di van şert û mercên zehmet û sar de, em neçarin îdare bikin."  Mistefa û malbata wê ku li benda avabûna wargeha nû ya Kader Ortakaya ne, ku lê bicih bibin got, "Top li ser me barandin. Me 4 mirovên xwe winda kirin. Ev bûyer li cem me qewimî. Em êdî nema dikarîbû bisekinin."

'ME HÊVIYA XWE WINDA NEKIR'

Mistefa da zanîn ku li dû wan tiştekî wan nemaye û got, "Çeteyan her tişt şewitandin. Tevî vê jî bi hêviya vegerê em di hundirê wesayîtan de man, bi hêviya rojeke vegerê. Lê bi topên hawanê êrîşî me kirin. Tiştekî em bikin nemabû. Mal û milkên me talan kirin. Lê me hêviya xwe ya ji bo vegerê winda nekirine. YPG û YPJ bi canê xwe ji bo xaka me şer dikin. Em bawerin ku wê di dema herî kurt de bigihêjin serketinê û em ê jî vegerin."

'BI HÊVIYA VEGERÊ EM LI HEMBERÎ ZEHMETIYAN LI BER XWE DIDIN'

Mislim Xillo (25) yê 25 rojan bi hêviya vegeriyê li gel malbata xwe li herêma navberê disekinî diyar kir, ku ew li ber wesayîtên xwe bûn, lê piştî êrîşa li hemberî sivîlan em neçar man ji sînor derbas bibin. Mislim Xillo da xuyakirin ku ew dixwazin vegerin û got, "Daxwaza me vegera li xaka xwe ye. Mirina li ser xaka me ji mirina li vir çêtire. Ti hêviyek me ji vir nîne. Em bi hêviya vegerê, li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe didin. Bi malbatî em perîşan bûn. Her tiştên me li Kobanê man. Em li hêviya vegerê ne. Yekane daxwaza me paqijkirina xaka me ji çeteyan û veger e."