Di dema AKP'ê de 978 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Hevserokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat anî ziman ku di dema desthilatdariya AKP'ê de 978 kes li girtîgehan mirin û got, "Ev bîlançoyeke tirsnak e. Cihê şermê ye."

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 314 hezar û 502 girtî û hikumxwar hene. Bi qasî ku ÎHD'ê tespît kiriye, 604 ji wan giran herî kêm hezar û 605 girtî nexweş in û nikarin li girtîgehê bimînin. Gelek ji girtiyên nexweş ji ber nebûna derfetên paqijiyê, nebûna xwarinê yan jî tedawînekirinê, jiyana xwe ji dest dan. Her roj girtiyek bi gumanbarî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dide. Ji raya giştî re jî tê gotin ku 'xwe kuştiye' yan jî 'ji ber pirsgirêkên tenduristiyê' miriye. Li gel serlêdana gelek sazî, parêzer û malbatan jî mirina bi guman a girtiyan heta niha nehatiye lêkolîn û mijar hatiye nixumandin.

DI NAVA 20 SALAN DE 978 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji sala 2002'an û vir ve ku AKP bû desthilatdar, li girtîgehan 978 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî salan, hejmara girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan wiha ye:

2002: 31

2003: 20

2004: 32

2005: 18

2006: 17

2007: 6

2008: 46

2009: 42

2010: 41

2011: 41

2012: 83

2013: 33

2014: 50

2015: 227

2016: 21

2017: 22

2018: 28

2019: 70

2020: 60

2021: 52

2022: 35

FATÎN KANAT: BÎLANÇOYA ŞERMÊ YE

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Enqereyê Fatîn Kanat ji ANF'ê re axivî û got, "978 kes hejmareke gelekî zêde ye. Bêguman hinekan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan, lê belê ji bilî wan bi taybetî ji salên 2010'an û pê ve gelek mirovan ji ber kiryarên xerab û êşkenceya li girtîhan û mirina bi guman, jiyana xwe ji dest dan. Lewma ev bîlanço bîlançoyeke gelekî tirsnak e. Ji aliyê mafên mirovan ve bîlançoyeke welê ye ku nikare bê vegotin. Bîlançoyeke şermê ye. Mixabin ne bîlançoyeke ku li pratîka vê dewletê nayê."

NÎŞANEYA ŞÊWEYÊ RÊVEBERIYÊ YE

Kanat bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Carna li ber mirinê têne berdan, carna jî ya li odeyeke nexweşxaneyê yan jî li revîreya girtîgehekê jiyana xwe ji dest didin. Ev kiryarên li girtîgehan; êşkence, mirina ji ber êşkenceyê, lêgerîna tazîkirî, destdirêjiya zayendî, cezayên dîsîplînê, astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan, polîtîkayên tecrîdê; ev hemû nîşaneya şêweyê rêveberiya welêt a li girtîgehan radixe pêş çavan."

Fatîn Kanat anî ziman ku weke ÎHD'ê ew li ser rewşa girtiyên nexweş û mirina bi guman a girtiyan raporan amade dikin û got, "Em di vê der barê de notê li dîrokê û paşerojê datînin." Kanat diyar kir ku ew dixwazin rewş ji aliyê heyeteke serbixwe ve bê lêkolîn, lê belê bersiv ji vê daxwaza wan re nayê dayin.