Di danişîna doza KCK’ê de dersa konfederalîzmê hat dayîn

Di danişîna doza KCK’ê de dersa konfederalîzmê hat dayîn

Di danişîna Doza KCK’ê ya Amedê de îro îkanameya endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiya DTP’ê Bayram Altun berdewam kir. 

Heyeta dadgehê der barê konfederalîzma demokratîk û rêveberiyên herêmî û meclîsan de ya di Îkameya delîlan de derbas dibû pirsa : “Ez niha li konfederalîzma demokratîkbûnê sekinîm.  Ji konfederalîzmê qestî gelo dewletbûne, qesta te ji vê çiye?” ji Altun kir û Altun jî wiha got: “Têgeha  Konfederalîzmê di rayagiştî de şaş tê bikaranîn.  Konfederalîzm di lîteratura berê de wek anîna cem hev a dewletan tên zanîn.  Ji ber vê ez we fêm dikim.  Armanca me ya bikaranîna vê têgehê dewletek din nÎne. Em desthildatdariyeke din naxwazin. Berovajî vê em dixwazin ji vê dur bikevin.”

Danişîna doza KCK’ê ya Amedê a Sereke li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Parêzer û malbatên girtiyan amade bûn. Di danişîna dê îkanameya endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiya DTP’ê Bayram Altun berdewam kir. Altun parastina xwe bi alîkariya wergervanê kurdî kir.  Hinek belgeyên di destê xwe de pêşkêşî heyeta dadgehê kir û  diyar kir ku hinek delîlên sûc yên di îdianameyÊ de cih girtine yên wekê guhdarkirina telefonan, filaş dîsk  wek legal hatine nîşandan.  Altun got girtekên di îdinameyê de cih girtine dozger wek girtekên komîsyona KCK’ê di dosyayê de bicihkirine û got: “Gelo dozger  li gorî kîjan belgeyên şênber vê dibêje? Ev jî pêşdaraza dozger nîşan dide.  Em çi bêjin jî ev pêşdaraza dozger naguhere.

Heyeta dadgehê xwendina Îkameyê berxdwam kir. Piştî parastina Altun heyeta dadgehê danişîn taloqê 23’ê Gulanê kir.