Di civîna Enqereyê de dahatûya Sûriyeyê tevlihevtir bû
Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo nîqaşkirina dahatûya Sûriyeyê li Enqereyê li hev civiyan. Ev civîn li ba hêzeke dagirker hate kirin û çareserî jê derneket.
Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo nîqaşkirina dahatûya Sûriyeyê li Enqereyê li hev civiyan. Ev civîn li ba hêzeke dagirker hate kirin û çareserî jê derneket.
Civîna roja Çarşemê li Enqereyê pêk hat. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li hev civiyan. Di şeş mehên dawîn de ev bû civîna wan a duyemîn. Di encamnameyê de ‘hevkariyeke çalak a di warê agirbesta di navbera aliyan de’ hate diyarkirin û ji xeynî ‘birdardariyê’ biryareke şênber derneket. Hat diyarkirin ku ew ê civîna bê, li Tehranê were lidarxistin.
Serokkomarê Îranê Rûhanî beriya ku were civînê qala hêzên Tirk û Amerîkan kiribû û xwestibû ku hêzên biyan ên bêyî destûra rejîma Şamê li Sûriyeyê ne, bila ji Sûriyeyê derkevin. Serokê Dewleta Rûsyayê jî bi peymana bazirganiyê ji vê civînê vegeriya. Peymana li ser Santrala Nukleer a Akkûyûyê bû mînaka şênber a vê civînê.
DAGIRKERÎ YEKPARETIYA AXÊ YE?
Civîn li ser Sûriyeyê bû. Ev civîn piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê hate lidarxistin. Piştî civînê Erdogan di daxuyaniya çapemeniyê de qala ‘yekparetiya axê’ kir. Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî Kurdan jî bidome. Ji aliyekî ve dagirkerî, paqijiya etnîk û dijminatiya Kurdan û ji aliyê din ve jî parastina ‘yekparetiya axê’ bêguman ji aliyê tu hêzan ve, ne gotinên wisa ne ku mirov jê bawer bike.
Rûsya ya ku hêza pêşeng a vê civînê ye, yek ji hêzeke sereke ye ku rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê vekir. Pûtîn got ku, “Rûsya, Tirkiye û Îran girêdayî yekparetiya axa Sûriyeyê ye”. Lê berevajî vî tiştî ji Tirkiyeyê ji Cerablûsê heta Efrînê herêmek dagir kiriye.
KONGREYEKE SOÇIYÊ YA ÇAWA?
Pûtîn ji bo çareseriyê jî got ku, “Alternatîfa Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê tune”. Lê vê kongreya ku di Çileya borî de li Soçiyê hatibû kirin, tu encam jê derneketibû. Ev kongre piştî 20’ê Çileyê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê pêk hatibû û rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê diyar kiribûn ku ew ê tevlî vê kongreyê nebin. Derket holê ku kongreyên bi vî rengî ew ê di warê çareseriyê de alternatîfekê ava nekin.
LI GORÎ LÎBERATINÊ SÊ LÎDER LI HEMBERÎ WELATÊN ROJAVA BÛNE YEK
Rojnameya Fransayê ya binavê Lîberationê got ku, “Rûsya, Tirkiye û Îran li hemberî welatên rojava bûne yek. Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo nîqaşkirina çareseriya li Sûriyeyê li Enqereyê hatin ba hev. Lê ji xeynî lihevkirina wan a oportunîst, ev her sê hêz li hemberî welatên rojava têkiliyên xwe xurttir kirin.”
LE FÎGARO: PEYMAN TUNE, NELIHEVKIRIN HEYE
Rojnameya Fransayê ya bi navê Le Fîgaroyê jî diyar kir ku qaşo wê civîn çar û saet û nîvan bidomiya, lê saetek û çil deqîqeyan domiya, ev jî diyar dike ku di vê civînê de ji peymanan zêdetir, nelihevkirin derketiye.
DI KRÎZÊ DE ROLA HER SÊ WELATAN HEYE
Rojnameya Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng a Elmanyayê jî bal kişand ser vî tiştî ku di krîzê de rola her sê welatan heye û got, “Rûhanî mafdar e ku dibêje li Sûriyeyê ew ê çareseriyeke leşkerî pêk neyê. Lê rola her sê welatan di krîza Sûriyeyê de heye ku li wê derê çareseriyeke siyasî pêk nayê. Pûtîn plana Neteweyên Yekbûyî ya aştiyê bi konferansên Soçî û Astaneyê asteng kir. Beşar Esad dilê wî tune ku, bi mûxalîfan re rûnê.”
LI HEV NEKIRIN
Rojnameya Stûttgarter Zeîtûngê jî diyar kir ku di navbera hêzên ku beşdarî civînê bûne, tu lihevkirin pêk nehatiye.
Rojnameyê got ku, “Li Sûriyeyê ya ku şerekî navxweyî heye; Tirkiye, Rûsya û Îran hê li hev nekirine. Yek ji sedema vî tiştî jî ev ku, piştî şerê heft salan ev hêz ji dêvila maseyên muzakereyan bawer dikin ku ew ê li qadên şer bigihêjin hedefên xwe. Mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê nîşana vî tiştî ye. Îran dixwaze Efrîn a ku Tirkiyeyê dagir kiriye, dewrî rejîma Şamê were kirin lê Enqere guh nade vî tiştî. Ji ber vê jî wê ne mumkun be ku li wê derê şer bi dawî bibe û hewldanên siyasî yên çareseriyê bi awayekî serkeftî pêk werin.”