Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî KCD’ê de 4 kes hatin girtin

4 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî KCD’ê de hatibûn binçavkirin, îro hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, di 19'ê Tîrmehê de di ser gelek malan de hatibû girtin. Perwerdekar, tenduristkar û parêzvanên amfên mirovan jî di nav de 6 kesên hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê yên berê Dr. Selçûk Mizrakli û Dr. Osman Dogan, Endama Desteya Birêvebirina Navenda Giştî ya Egîtîm-Sen'ê Ebrû Yîgît, endamê MYK'a ÎHD'ê û Nûnerê Herêma Anatolyaya Navîn Alî Riza Yûrtsever û Mehmet Aydin, Serhat Bîngol bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.

Piştî lêpirsîna li dadweriyê Mizrakli, Yîgît, Yurtsever û Aydin bi heman hincetê hatin girtin. Dr. Osman Dogan û Serhat Bingol jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.