Di çapemeniya cîhanê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê

Di çapemeniya cîhanê de berxwedana QSD'ê ya li hember hewldana dagirkeriyê, eskerên Erdogan ên bi pere û Îslamîstên radîkal derketin pêş. Rojnameya Die Welt jî destnîşan kir ku heta Tirkiyeyê 'sûcê li dijî mirovahiyê neke nikare bigihêje armanca xwe'.

Le Monde: Îslamîst ji Esad geriyan, hewl didin ku serxwebûna Kurd asteng bikin

Di rojnameya Le Mond de ku yek ji rojnameyên navdar ên Fransayê ye, nûçeyeke bi sernivîsa 'Erdogan dibêje ku wê êrîşên li hember Sûriyê zêde bibin' hate weşandin. Di nivîsê de hat ragihandin ku demekê dihate xwestin ku rejîma Esad bê hilweşandin, lê niha li şûna vê yekê Kurd bûne hedef.

Di nûçeyê de hatiye diyar kirin ku Tirkiye li hemeber otonomiyeke Kurd a li sînorên başurê Tirkiyê bê avakirin bi fikar e û ditirse ku 15 milyon Kurdên li Tirkiyê jî heman tiştî bixwazin. Di nûçeya Le Mond de wekî din hate diyarkirin ku ji ber êrîşên li Efrînê tên kirin sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Di heman nûçeyê de hate bibîrxistin ku hedefa Erdogan ne tenê Efrîn e û wiha hate nivîsandin 'Serekê Tirkan Erdogan tenê bi Efrînê qayîl nabe'. Êrîşên faşîzma AKP'ê 'meşa ber bi Idlîbê' û êrîşa li dijî Minbicê  jî di nûçeyê de cih girtin û hate diyarkirin ku rîska li hember Idlîbê hewceye Rusyayê têxe alarmê.

Wekî din hate diyarkirin ku di hevdîtinên Soçî yên ji bo Sûriyê de wê Tirkiye ji bo astengkirina otonomiya Kurdan zextê bike û hate diyarkirin ku Enqere, Moskowa, Tehran û Şam di vê xalê de hem fikir in.

Di nûçeya Le Mond de tê gotin ku Îslamperest-muhafezekarên Tirk hew difikirin ku rejîma Beşar Esad hilweşînin û hedefa wan a yekane ew e ku 'daxwaza Kurdan a serxwebûnê' asteng bikin. 

Di nûçeyê de herî dawî hate diyarkirin ku mîna li Ezaz û Cerablûsê Erdogan ji xwe dixwaze bi sed hezaran penaberên Sûrî bişinîne Efrînê. Heke çareseriyeke li hember Beşar Esad bê afirandin, di serî de Ezaz û Cerablus, hebûna muhalefetên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de wê mijara nîqaşan bin.

ABC: KESÊN ÊRÎŞAN REXNE DIKIN TÊNE GIRTIN

Di ABC Newsê de derbarê Efrînê de nûçeyeke bi agahiyên Associated Pressê hate weşandin. Di nûçeyê de cih dane daxuyaniya QSD'ê ya derbarê girê Qestelê. Tirkiyê doh îdîa kiribû ku girê Qestelê girtiye. Di nûçeyê de tê ragihandin ku li Qestelê YPG berxwedaneke mezin dide û agahiyên Saziya Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) parve kir ku dibêje dewleta Tirkiyê bendava Meydan, derdora wê û dêreke dîrokî daye ber bombeyan.

Di nûçeyê de, li gorî saziya çavderiyê di encama hewldanên dagirkeriya Tirkiyê de 17 jê zarok, 51 kesan jiyana xwe ji dest dane û çalakayi fedayî ya şervana YPJ'ê Avesta Xabur jî cih girt.

ABC NEWS bal kişand ser meşa doh a li Kilîsê ku bi dehan kesan tekbîr dianîn û alên Tirkiyê hildigirtin û wiha dewam kir "Kesên li Tirkiyê êrîşan rexne dikin têne ragirtin, xwepêşandanên ji bo piştgiriyê zêde ne."

REUTERS: LI HEMBER YPG'Ê GELEKÎ KÊM BI PÊŞ KETIN

Nûçeya bi sernivîsa 'Erdogan: Tirkiye wê tevahî sînorê Sûriyê pak bike' ya di ajansa nûçeyan a Reutersê de bal kişand ser ku Erdogan dixwaze hewldana xwe ya dagirkeriyê li tevahiya Rojava belav bike. Di nûçeyê de işaret bi serneketina hewldana dagirkeriyê hate kirin.

Di nûçeyê de hate gotin ku nûnerên Kurdan ên Rojava bersiv dane van gefan û  gotine li hember êrîşên li dijî qadên din wê 'bersiva pêwîst' bidin.

Di nûçeya Reutersê de tê gotin 'li beramberî ku zêdeyî hefteyekê derbas bûye (9 roj), komên Tirkiyê û Sûriyê li hember dijminên xwe (YPG) yên li qadên çiyayî bi cih bûne tenê gelekî kêm bi pêş ketiye'. Ajansê wekî din cih daye daxuyaniya SOHR ku dibêje di bomberdûmana doh de tenê ji malbatekê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

DIE WELT: TIRKIYE NIKARE BIGHÊJE HEDEFA XWE, HEKE SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NEKE

Di rojnameya Elman Die Welt de jî nûçeyeke bi sernivîsa 'yekitiya radîkal a Erdogan wextekê çavkaniya hêviyê bû' weşand. Di nûçeyê de nivîsek derbarê çeteyên Artêsa Azad de hatiye nivîsandin û tespîta ku di hewldana dagirkeriya Tirkiyê de ya bi darê zorê 'heke sûcê mirovahiyê neyê kirin, wê Tirkiyê bi ser nekeve' hate kirin.

Di nivîsê de bal kişandin ser karên komên Îslamîst ên çeteyên Artêşa Azad ên ku bi alên Tirkiyê tekbîran tînin û sloganan diavêjin û ji bo wan hat gotin 'Artêşa Azad a Sûriyê wextekê hêviya (welatên) Rojava bû'. Di nûçeyê de cih dane dîroka çeteyên Azad ên li hember rejîma Esad şer dikirin û niha veguherîne 'hêza alîkar' a Tirkiyê.

Die Welt bal kişand ser zehmetiya sefera Tirkiyê ya bi çeteyên Artêşa Azad ku îro ferqa wan ji DAÎŞ'ê nîne û bal kişand ser hezaran şervanên YPG'ê yên li qada çiyayî ne û xwedî çekên giran in. Di nivîsê de nêrînên pisporê Rojhilata Navîn Thomas von der Osten-Sacken hatin parvekirin ku dibêje berdewamiya berxwedana YPG'ê wê hikumeta Tirkiyê têxe nava zehmetiyan.

Di nivîsa Die Welt de wekî din hat diyarkirin ku Tirkiye sûcê mirovahiyê pêk tîne. Di nivîsê de tê gotin "Di şerê ku pêkanîna êrîşên bejahî zehmet in de, beyî ku Tirkiyê sûcê şer pêk bîne, zehmet xuya dike ku bighêje hedefên xwe yên li Sûriyê û Efrînê 'pak' bike."

DIE PRESSE DERBARÊ YEKÎNEYÊN REŞ ÊN ERDOGAN NIVÎSAND

Di çapemeniya Awûstûryayê de tê gotin ku Erdogan di komkujiyên li hember Kurdan de çeteyên Artêşa Azad bikar tîne. Di nûçeya bi sernivîsa 'Yekîneyên reş ên Erdogan li Sûriyê ne' hate weşandin de tê diyarkirin ku derbarê komkujiyeke taybet a li hember Êzîdî û Xiristiyanan de fikar hene.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku Tirkiyê ji destpêka şerê li Sûriyê heta niha DAÎŞ jî di nav de, alîkarî daye gelek komên Îslamperest ên radîkal. Her wiha hate diyarkirin ku di 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyê' ku Erdogan sala çûyî komî hev kiribû de jî gelek komên radîkal hebûn. Wekî din di nûçeyê de hate gotin ku yên ji xwe re dibêjin 'muxalefetên Sûrî' bi hinceta ku Kurd li hember rejîma Sûrî şer nakin, li dijî Kurdan 'bi nefret in' û hate îdîakirin ku ev hêrs ji ber bangawaziya ji Şamê re hê jî zêdetir bûye.