Di çalakiyên "Pêncşema Reş" de kuştina Huso hat şermezarkirin
Di çalakiyên "Pêncşema Reş" de kuştina Huso hat şermezarkirin
Di çalakiyên "Pêncşema Reş" de kuştina Huso hat şermezarkirin
Di çalakiyên "Pêncşema Reş" de ku ji bo siyasetmedarên kurd ên girtî serbest werin berdan tên lidarxistin de, qetilkirina siyasetmedarê kurd Îsa Huso bi tûnd hat şermezarkirin û banga xwedî derketina Şoreşa Rojava hat kirin.
Li navçeya Wêranşara Rihayê, Peyasa Amedê û navçeya Dêrika Mêrdînê ku ji bo sîyasetmedarên kurd ên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê ku hatin li darxintin de hat xwestin ku hemû siyasetmedar serbet bên berden. Her wiha di hemû çalakiyan de qetilkirina siyasetmedarê kurd Îsa Huso bi tûnd hat şermezarkirin û banga xwedî derketina Şoreşa Rojava hat kirin.