Di çalakiyên neteweperest ên li Moskow de 1.200 binçavkirî

Di çalakiyên neteweperest ên li Moskow de 1.200 binçavkirî

Li taxa Bîryulevo ya Moskowa Rûsyayê, roja pêncşemê ciwanekî 25 salî yê Rûs dema bi hevala xwe ya jin re vedigeriya malê ji aliyê kesekî hat destnîşankirin ku ‘kafkase’ hat kuştin. Li ser vê bûyer derketin û xwepêşendanên netewperest yên li Başûrê Moskowayê destpêkirin de 5 polîs birîndar bûn û 1.200 kes hatin binçavkirin.

Kesê ku cînayet pêk hatibû dîmenên wî di kamerayê der ket û çapemeniyê ev şex wekê ku ‘li kafkasan diçe’ da nasîn û piştî vê gelê herêmê ji bo kujer bê dîtin rêzeçalakî pêk anîn.

Netewperestên radîkal jî ketin nava bûyeran û xwestin bi ser kargehên ku penaber lê dixebitin bigirin.  Tîmên Tevgera Taybet ya Rusyayê û ekîbên hêzên çewîk mudaxale kirin. Berdevkê Daîreya Çapemeniya Midûriyeta Polîsan a Moskovê got 5 polîs birîndar bûne.

Hat hînbûn ku 1.200 kes hatin binçavkirin û ji van 87 kes penaberin.