Di çalakiyên HRE'yê de 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku di çalakiyên dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 4 çete hatin kuştin.

HRE'yê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li herêma Efrîn û di navbera bajarê Raî û Ezazê de hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin.

Di 13'ê Mijdarê de hêzên me di navbera bajarê Raî û Ezazê de li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi şêwazê kêmînê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin

Di 14'ê Mijdarê de hêzên me li navçeya Mabeta ya bi ser bajarê Efrînê bi çalakiyek kêmînê çeteyên koma bi navê Şuhede Bedir kirin armanc. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.”