Di çalakiyên 1’ê Îlonê de tecrîda Îmraliyê hat protestokirin
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan û peyama şikandina tecrîda Îmraliyê dan.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daketin qadan û peyama şikandina tecrîda Îmraliyê dan.
Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan û bal kişand ser pêkanîna aştiyê.
WAN
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de pankarta “Aştî jiyan e” vekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harûn Okay daxuyanî da û anî ziman ku ji Efrînê heta rojhilatê Kurdistanê, ji Şengalê heta Mexmûrê bi milyonan însan ji ber şer ji warê xwe bûne û got: “Şer qetlîama Roboskî bi xwe ye. Bi şer çanda jiyankirina mirovan wêran dikin. Ev bi destê siyaseta şer tê kirin. Çi dibe bila bibe em ê tariya tecrîdê ji holê rakin û têk bibin û li dijî şer aştiyê bixwazin. Em ê li dijî şer jiyanê biparêzin.”
MÊRDÎN
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Rêvebera ÎHD’ê ya Mêrdînê Hîcran Erdînç daxuyanî da û got bi wesîleya rojê ew carek din bi dengek berzkirî daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman û ew dixwazin polîtîkayên aştiyê ku dawî li yekperestiyê, nijadperestiyê, cihêkirinê û nefrete tîne bikeve dewrê û got: “Em bang li desthilatdariya Tirkiyeyê dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya tecrîdê ku li ser aştiyê disepîne bîne. Heta aştî pêk were em ê têbikoşin.”
ÊLIH
Bi pêşengiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek girseyî hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên 48 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi çar zimanan dovîzên “Aştî” hatin hildan û pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî teminata mirovahiyê ye, bijî aştî” hat vekirin û beşdaran pêşmalkên spî li xwe kirin. Hevseroka ÎHD’ê ya Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî da û got ew ê di her şert û mercî e doza aştiyê bikin.
Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek jî heta ku ew aştiyek bi rûmet ava bikin wê têkoşîna xwe ya bo aştiyê bidomînin.
Piştî daxuyaniyê li ser navê aştiyê kevok û pifdank hatin firandin. Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe nobeda aştiyê hat girtin û çalakî bi dawî bû.
MÛGLA
Xelkê gundê Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve li dijî birîna daran çalakî li dar dixin û li ber xwe didin jî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan. Ramazan Akgul û Melîs Tantan daxuyanî xwendin û xwestin li dijî şer, kuştin, talankirina xwezayê, feqîriyê û koçberiya bi darê zorê aştî bikeve meriyetê.
HATAY
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî li Parka ‘1 Saglikli Yaşam’ daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji şer re na! Bila aştî niha pêk were” hildan. Hevserokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk daxuyanî xwend û xwest dawî li polîtîkaya şer were anîn û tecrîda ji ser aştiyê bê rakirin.
ENQERE
Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê 13’emîn Nobeda Aştiyê ya her roja înê ya ewil a mehê diyarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kir û li avahiya xwe daxuyanî da. Pankarta “Divê aştî niha pêk were” hat daliqandin û rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol, Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Pakîze Sînemillîoglû û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka ÎHD’ê ya Enqereyê Asli Saraç daxuyanî xwend.