Di çalakiya li Hatayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Di çalakiya li Hatayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Di çalakiya li Hatayê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Li Hatayê, di çalakiya ji bo destekdayîna berxwedana Parqa Geziyê de guleyek li serê ciwanê bi navê Abdûllah Comert ket û jiyana xwe ji dest da.
Li navenda Hatayê doh bi şev bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê, çalakiyek hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de, saet di 23.30'an de li Taxa Armûtlû di navbera çalakger û polêsan de pevçûn derket. Di vê kêliyê de ji aliyê polêsan ve çek teqiya û Abdûllah Comert ê 22 salî bi guleyê ji serê xwe birîndar bû. Comert li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Karmendekî tenduristiyê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê diyar kir, ku fîşek li eniya Comert ketiye û ji paş serê wî derketiye.
Der heqê mirina Comert de Walîtiya Hatayê ji malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û îddîa kir ku Comert bi fîşekeke ne diyare ji ku derê hatiye, jiyana xwe ji dest daye.
Hin şahidên bûyerê jî dan xuyakirin ku polêsên di maşîna zirxî ya bi tîpa dûpişk de gule berdane Comert û bûne sedema mirina wî.
PEYAMA WÎ YA DAWÎ: HER TIŞT JI BO ŞOREŞÊ
Piştî ku Comert jiyana xwe ji dest da, peyama wî ya dawî li înternetê hat weşandin. Comert di peyama xwe de j bo çalakiyên pêk anîne weha digot; "3 rojan ez bi tenê 5 saetan raketim. Hejmarekê zêde gava îsotê daqurtandim, 3 caran ji mirinê filitîm. Û mirov dibêjin çi hûn dizanin? "Dibêjin dev jê berde ma tuyê welat rizgar bike" Belê, eger em rizgar neke jî, emê di rêya wê de jiyana xwe ji dest bidin. Her tişt ji bo şoreşê."