Di binçavkirin û girtinan de binpêkirinên mafê mirovan
Şêweyê girtin û binçavkirinên polîs û hêzên dewleta AKP’ê bi taybetî di demên dawî de bûne mînakên herî balkêş ên binpêkirina mafê mirovan.
Şêweyê girtin û binçavkirinên polîs û hêzên dewleta AKP’ê bi taybetî di demên dawî de bûne mînakên herî balkêş ên binpêkirina mafê mirovan.
Şêweyê girtin û binçavkirinên polîs û hêzên dewleta AKP’ê bi taybetî di demên dawî de bûne mînakên herî balkêş ên binpêkirina mafê mirovan. Bi taybetî ev bûye wekî siyasetek û rêbazeke ku bi taybetî li dijî siyasetmedar, hevşaredar û hilbijartiyên Kurd. Êdî kiryarên polîs û hêzên dewletê di dema binçavkirinan de ji şêwe û rêbazên polîsan bêhtir dişibin rêbazên endamên komên tundîparêz û çete.
Rewşa Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut a di 19.08.2015’an de hate binçavkirin û girtin jî yek ji mînakên vê bê hiqûqî û binpêkirina mafên mirovane.
Di serdagirtina malan de derî tên şikandin, zarok tên tirsandin û tundiyeke mezin tê bikaranîn ji bilî heqaret û biçûkxistina mirovan li hemberî malbat û zarokên wan.
Her wiha di rê de jî gef li girtiyan tê kirin, tundî li dijî wan tê bikaranîn û bê hiqûqiyeke mezin tê meşandin.
Wekî mînak ji ber ku hevşaredarên navçeya Sur a Amedê Fatma Şik û Seyid Narîn tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bûn ew hatin binçavkirin û girtin û ev hemû rêbazên bê hiqûqî li dijî wan hatin kirin. Bi ser de jî ew di demeke pir kurt de hatin sirgûnkirin ji bo Enqereyê.
Ew bi wan kiryarên xwe ne tenê hiqûqa navneteweyî ya mafê mirovan lê heta bi hiqûqa welatê xwe jî binpê dikin. Bi rê û rêbazên derveyî hiqûqê tevdigerin û mafên herî rewa ên mirovan binpê dikin. Wekî ku hiqûqeke taybet ya ku fermana xwe ji devereke taybet distîne hebe û li gorî wê fermanê tevdigerin bê ku li dadwerî û hiqûqê bipirsin.
Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li dijî vê bê edaletî û bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û zextê li vê hikûmetê bikin da ku dest ji van bê hiqûqî û tundiya li dijî siyasetmedar û hevşaredarên Kurd berdin.
Nameya Fatma Şik
Çend gotin ji nameya Hevşaredarê Sûrê Fatma Şik Barut a ku binpêkirinên mafan di dema binçavkirin û girtinê de tînin ber çavan bi we re parve dikin.
1- Di serdagirtina malê de bi awayekî bêrêzî û hovane nêzî kesên tên binçavkirin û malbatên wan dibin.
2- Di dema binçavkirin û girtin, dadgeh û sirgûnkirinê de di her tevgera wan de binpêkirinên mafê mirovan û derhiqûqî pêk hatin.
3- Di dema sirgûnkirinê de tevî pirsa min ti bersiv nedidan me û bi ser de gef li me dixwarin ku em dengê xwe qet nekin.
4- Di rêya dirêj a sirgûnê de hêzên dewletê dadiketin xwarin û vexwarina xwe dikirin û em di nava wesayita zirxî de dihiştin û destûr nedidan em jî xwarinê bixwin.
5- Wesayitên ku di dema em li wan siwar dikirin bê plake bûn.
6- Yek ji wan hêzên taybet (polîs) di dema dadgehê de jî li nêzî dadger rûniştibû.
7- Xuyaye ku dadger jî di bin gefan de bûn û fermana girtina me siyasî bû, ji ber ku ew jî ne rihet xuya dikir û dixwest deqeyekê berî ya din biryara xwe bide û bi dawî bike. Lewre jî rê neda parêzerên me ku parastina me jî bike.
8- Em ji bo tevlîbûna me ya daxuyaniyeke çapemeniyê hatin binçavkirin lê paşê wekî, ku em xwediyê wê daxuyaniyê bin hatin darizandin. Em bi tewanên giran ê ku ti têkliya wê bi amadebûna me ya vê daxuyaniyê re tine ye hatin girtin.
9- Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiye (Bi taybetî dadger û hiqûqnasên xwedî wijdan) û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê û binpêkirina mafên mirovan dengê xwe bilind bikin û zextê li hikûmetê bikin da ku dawî li van binpêkirinan bîne.
10- Em bi rengekî bêhiqûqî hatin binçavkirin, girtin û sirgûnkirin û dîlgirtina me ya di nava van çar dîwaran de berdewamkirina vê zordarî û bê hiqûqiyê ye.