Di bin navê FETO de êrîş li mûxalîfan tê kirin
Seroka Şaxê 4. a Tum-Bel-Sen a KESK'ê Saadet Ozsoy diyar kir, di bin navê FETO de mûxalîfên karmend hedef tên girtin û ji kar tên derxistin.
Seroka Şaxê 4. a Tum-Bel-Sen a KESK'ê Saadet Ozsoy diyar kir, di bin navê FETO de mûxalîfên karmend hedef tên girtin û ji kar tên derxistin.
Tesfiyeya di bin navê FETO de li saziyên cemaweriyê tê kirin veguheriye nêçira mûxalîfan. Herî dawî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Midûriyeta Giştî ya ÎETT û Şaredariyên Sancaktepe û Kuçukçekmeceyê 17 kedkarên Tum-Bel-Sen ên KESK'ê ji kar hatin derxistin. Seroka Şaxê 4. a Tum-Bel-Sen a KESK'ê Saadet Ozsoy ev rewş nirxand û diyar kir, li saziyên cemaweriyê, bi rêya sîxuriyê lîsteya kedkarên cemaweriyê yên sosyalîst û sosyal demokrat hatiye derxistin.
Ozsoy destnîşan kir, ku di bin navê FETO de hewl tê dayîn rêxistinbûna sendîkayî ji holê were rakirin û hişyarî da ku ev nêçira li hemberî mûxalîfan dikare mezintir bibe. Ozsoy got, "Me bihîstine ku li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ) jî lîsteya yên bên tesfiyekirin hatiye amadekirin."
'YEKANE RÊXISTINA ME, SENDÎKAYA ME YE'
Saadet Ozsoy da zanîn, ku tesfiyeyên li saziyên cemaweriyê di çarçoveya biryarnameyên Rewşa Awarte de tên kirin, veguherîne nêçira mirovan. Ozsoy diyar kir, tesfiyeyên di bin navê FETO de tên kirin, gihaştine kedkarên cemaweriyê yên EKS'ê û sosyal demokratan ku ti eleqeya xwe bi rêxistinekê re nîne û got, roja 29'ê Tîrmehê li Şaredariya Sancaktepeyê 2, li Şaredariya Kuçukçekmeceyê 1, li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 6 û li Midûriyeta Giştî ya ÎETT 8 bi giştî 17 kedkarên endamên Tum-Bel-Senê ji hat hatine derxistin. Ozsoy ragihand, kengî wan ev pêla tesfiyeyê bihîstin, ketin nava tevgerê û wiha dewam ki: "Me xwest bi Midûrê Giştî yê ÎETT re hevdîtinê bikin, lê nebû. Me bi Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovan a Midûriyeta Giştî ya ÎETT re hevdîtin kir. Ji bo her pirsa me ji serokê daîreyê pirsîn, ji me re got, 'ez nizanim, mafê we ye, tiştekî bê kirin nîne'." Ozsoy destnîşan kir, ku sekna sendîkaya wan diyar e, ti eleqeyan wan bi FETO re nîne û bibîr xist, ku yek ji kedkarên gelemperiyê yên ji kar hatine derxistin heta roja îro bi ti awayî neketine ber lêpirsînê. Ozsoy got, "Bi tenê rêxistineke me heye, ew jî sendîkaya me ye. Pîvan û sekna sendîkaya me KESK'ê diyar e. Lewma sûcdariyeke bi vî rengî nepêkan e li me bê kirin."
'DIXWAZIN RÊXISTINBÛNA SENDÎKAYÎ TINE BIKIN'
Ozsoy anî ziman, li saziyên cemaweriyê, bi mekanîzmaya sîxuriyê lîsteyên mûxalîfan hatine amadekirin û ragihand, dibe ku ev nêçira ji bo tesfiyekirinê berfireh bibe.
Ozsoy got, "Dibe ku di rojên pêş de hewldana tesfiyeyê xwe bigihîne ÎSKÎ. Ji me re hat ragihandin, ku lîsteyên di vî warî de amade ne."