Di 79’emîn salvegera Qirkirina Dersîmê de yên hatine qetilkirin hatin bibîranîn

Yên di Qirkirina Dersîmê de hatin qetilkirin li Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê hatin bibîranîn.

Yên di Qirkirina Dersîmê de hatin qetilkirin li Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê hatin bibîranîn.

STENBOL

Platforma Bîranîna Qirkirina Dersîmê, di 79’emîn salvegera Qirkirina Dersîmê de yên hatine qetilkirin li Qada Galatasarayê bi bîr anî.  Di bîranîna ku Parlamentera berê ya HDP’ê Edîbe Şahîn, Hevserokên HDP’a Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş, hunermend Pinar Aydinlar û Gursel Coşkun amade bûn de banga “Bi qirkirina Dersîmê re hevrû were” li dewleta Tirk hate kirin.

Endamên Platforma Bîranîna Qirkirina Dersîmê di 79’emîn salvegera Qirkirina Dersîmê de li Qada Galatasarayê ji bo kesên di qirkirinê de hatine qetilkirin aktîvîteyek bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de pankarta, “79’emîn Salvegera Qirkirinê” hate vekirin, wêneyên kesên di qirkirinê de hatine qetilkirin hatin hilgirtin, find hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, şahidên qirkirinê hatin xwendin. Di bîranînê de strana “Dayê” hate gotin, li ser navê Platforma Bîranîna Qirkirina Dersîmê ji Komaleya Hozatê Serpîl Kahraman daxuyanî xwend.

Kahraman di daxuyaniyê de ev anîn ziman: “Ji bo zîhniyeta faşîst a Yek Milet, yek ol, yek mezhep biketa meriyetê pêwîst bû destpêkê Ermenî, Xeyrî-Muslim û Kurd, piştre Elewiyên Kizilbaş û dîsa Kurd li ser axa xwe bihatana tinekirin.”

 ‘DERSÎM LI CIZÎR, SÛR, GEVERÊ DIDOME’

Kahraman di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin: “Polîtîkayên înkar, îmha, asîmîlasyona û pêvajoya îmhaya fîzîkî ya Qirkirina Dersîma 1937-38’an, îro bi nûnertiya AKP’ê didome. Ji ‘Tirkiyeya Ciwan’ a 1930’an heta ‘Tirkiyeya Nû’ ya salên 2 hezaran, zîhniyeta qirker û qetlîamker, li Kobanê, Efrîn, Cizîr, Sûrê bi qetlîaman, li Gurgum û Sêwasê bi avakirina kampên DAIŞ’ê didomin.”

Kahraman daxwazên giştî wiha rêz kir: “Bila gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên gotin. Bila lîsteya yên sirgûnkirî, windakirî û ewlad hatine girtin bên eşkerekirin. Ji gelê Dersîmê lêborîn bê xwestin. Navê Dersîmê bê îadekirin. Projeya bendavên Mûnzûr bila bên betalkirin. Em ji ziman û baweriyên xwe re rêzgirtin û azadiyê dixwazin.”

ÎZMÎR

Komaleya Dersîmiyan a li Îzmîrê jî hewl da li ber Targeya Vapûrê ya Karşikayakayê daxuyaniya çapemeniyê bide. Di daxuyaniya ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî tê de cih girtin de girse demekê rastê astengiya polîsan hatin. Ji ber bi talîmata Walîtiyê polîsan çalakî asteng kirin, rêveberên komaleyê li avahiya Egîtîm Senê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di civînê de Serokê Komaleyê Huseyîn Ozan axivî.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna welatiyên hatine qetilkirin loqme hatin belavkirin.

MÊRSÎN

Di 79’emîn salvegera Qirkirina Dersîmê de Komaleya Dersîmiyan û Komaleya Elewiyên Demokratîk, ên hatine qetilkirin li Parka Zarokê Azad a Mêrsînê bi daxuyaniyek çapemeniyê bi bîr anî. Di merasîma ku tevî Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû û rêveberên HDP’ê gelek kes tevlî bûn de pankartên “Dersîm 38 qetlîam e”, “Em ê ji Dersîmê heta Teroyan serî netewînin” û “Dersîm 38 ji bîr neke, nede jibîrkirin” hatin vekirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Serokê Komaleya Dersîmiyan Hasan Tanrikût hate dayîn. Tanrikût diyar kir ku pêvajoya qirkirinê hê jî dewam dike, wiha got: “Ev zîhniyet li Silopiya, Nisêbîn, Cizîrê, Sûrê bi qetlîaman, li Gurgum û Sêwasê jî bi hewldanan avakirina kampên DAIŞ’ê dewam dike.”