DGH û DGKH’ê bîlançoya çalakiyên meha Cotmehê eşkere kir

Koordînasyona DGH û DGKH’ê bîlançoya çalakiyên li herêma Ege û Marmarayê eşkere kir. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) daxuyaniyeke hevpar dan û bîlançoya çalakiyên li bajarên cihên ên Tirkiyeyê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Herêma Ege û Marmarayê bi awayekî xurt tevlî pêngava ‘Li dijî faşîzmê serî hilde’ bûye. Em dizanin, hêza ku wê Erdogan û AKP’ê têk bibe jin û mêrên ciwan ên fedaî yên Kurdistanê ne. Ciwanên Apoyî bûne kabûsa faşîzma AKP û MHP’ê."

SERFIRAZÎ DI DESTÊ CIWANAN DE YE

Di daxuyaniyê de sala 40’emîn a PKK’ê jî hate silavkirin û ev tişt hate diyarkirin, “Em 27’ê Mijdarê jî pîroz dikin. Em ê bibin parêzvanên vê mîratê. Serfirazî di destê ciwanan de ye.”

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

HERÊMA EGEYÊ

ÎZMÎR

"-Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Axîn Mahîr Dîcle ya tolhildanê destpêkê avêt ser cihekî fûhûşê û teşhîr kir, piştre jî ew cih şewitand.

-Tîma me ya Şehîd Axîn Mahîr Dîcle ya tolhildanê, li navçeya Bûca ya Îzmîrê 2 wesayitên nokeran şewitand.

-Li navçeya Bûca ya Îzmîrê bi meşaleyan meşek hate organîzekirin.

-Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Sîtî Jiyan a tolhildanê 2 wesayitên nokeran şewitand.

-Li navçeya Menemen a Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Andok a tolhildanê bombeya deng avêt mala çawişekî pispor ê ku li Kurdistanê wezîfeyê dike.

-Li navçeya Menemen a Îzmîrê meşek hate lidarxistin, gelek ciwan tevlî bûn û ji ber destwerdana polîsan di çalakiyê de şer derket.

-Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê, tîma me ya Şehîd Avesta ya tolhildanê 2 makîneyên kar ên nokeran şewitand.

-Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, 7'ê Cotmeha 2017'an tîma me ya Şehîd Nûda ya tolhildanê 4 wesayitên nokeran şewitand.

-Li navçeya Torbali ya Îzmîrê, roja 5'ê Cotmeha 2017'an tîma me ya Şehîd Rojvan a tolhildanê hewşa febrîqeyeke tektsîlê ya nokeran şewitand û di encamê de xisareke mezin a maddî li febrîqeyê bû.

-Li navçeya Gulbahçe ya Îzmîrê, roja 15'ê Cotmehê tîma me ya Şehîd Botan Şoreş a tolhildanê 2 trafo şewitand.

-Li navçeya Konak a Îzmîrê, roja 20'ê Îlonê tîma me ya Şehîd Firat a tolhildanê depoyeke TCDD şewitand. Xisara madî li depoyê bû û ji ber şewata li vir derket, seferên ÎZBAN'ê betal bûn.

MANÎSA-MÛGLA-ANTALYA

-Li Manîsayê tîma me ya Şehîd Çiyager a tolhildanê 3 kesên ku maddeyên narkotîkê difirotin ceza kir û di nava gel de teşhîr kir.

-Li Antalyayê, tîma me ya Şehîd Berjîn a tolhildanê, li taxa Teoman paşa bi molotofan li dijî cihekî ku madeyên narkotîkê difirotin, çalakî pêk anî. Li heman taxê 2 wesayitên faşîstan hatin şewitandin.

-Li Mûglayê, tîma me ya Şehîd Zelal a tolhildanê, roja 29'ê Cotmeha 2017'an li bajarokê Akyaka yê tûrîzmê, 3 dibistanên perwerdeyê ku ji bo tûrîzmê dihatin bikaranîn şewitand.

HERÊMA MARMARAYÊ

STENBOL

-Li Ataşehîrê, tîma me ya Şehîd Faraşîn a tolhildanê marketeke faşîstan şewitand.

-Li Bahçelîevlerê, tîma me ya Şehîd Welat a tolhildanê trafoyek teqand.

-Herêma pîşesaziyê ya Îkîtellî, ji aliyê tîma me ya Şehîd Afat a tolhildanê ve hate şewitandin."