DGH’ê salvegera avabûna PKK’ê bi çalakiyan silav kir

DGH’ê li Stenbolê salvegera avabûna PKK’ê bi çalakiyan silav kir.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya DGH’ê ev çalakî hatine lidarxistin:

“Di 4’ê Mijdarê de saet di 20.00’an de yekîneya me ya Şehîd Atakan Mahîr li Taxa Gaziyê ya Stenbolê li dijî kameraya mobeseyê bi bombeyên deng çalakî li dar xistine.

Di 16’ê Mijdarê de saet di 22.20’an de yekîneya me ya Şehîd Atakan Mahîr li Taxa Gaziyê ya Stenbolê çalakiyeke bi pankart li dar xistine.

Di 23’ê Mijdarê de yekîneya me ya Şehîd Atakan Mahîr li Taxa Gaziyê ya Stenbolê li dijî wesayîteke dijmin çalakiyeke bi deng li dar xistiye.

‘EW Ê ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’

DGH’ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku, “Piştî çalakiyên me dijmin bi ser taxê girtiye û li GBT’ya gel nihêriye. Tîma me hê jî li ser karê xwe ye. Em careke din diyar dikin ku ew ê çalakiyên me zêdetir bibe.”