DGH'ê li Stenbolê çalakî kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi wesîleya salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Stenbolê hin çalakî pêk anî.

Koordînasyona DGH'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Tîma me ya bi navê Zekî Şengalî li gelek navçeyên Stenbolê meha Mijdarê çalakî pêk anîn. Çalakî li dijî depoyeke elektrîkê, 3 wesayitan û 2 febrîqeyan hatin lidarxistin."

DGH'ê diyar kir, li Avcilarê depoya malzemeyên elektrîkê hate şewitandin û depo di encamê de bi temamî şewitî. DGH'ê ragihand, li Beyoglûyê jî 3 wesayit hatin şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê, 20'ê Mijdarê li navçeya Tûzlayê febrîqeyeke ku boyaxê çêdike, 22'ê Mijdarê jî li navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeya paletan hatin şewitandin. DGH'ê diyar kir, her du febrîqe bi temamî îmha bûn.