DGH’ê li dijî tecrîdê gelek çalakî li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li dijî tecrîdê gelek çalakî li dar xist. DGH’ê diyar kir ku wan fabrîkayek, marketek û gelek wesayît şewitandine.

Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê sê fabrîka, marketek û çar wesayît hatine şewitandin. Hate ragihandin ku li gelek lîseyan jî çalakiyên nivîsê hatine kirin.

“Di navbera 11-19’ê Çileyê de ev çalakî hatine lidarxistin.

AMED: Di 11’ê Çileyê de li taxên Fatîh û Dîclekentê yekîneyên me yên lîseyan çalakiyên nivîsandinê kirine.

ÎZMÎR: Di 13’ê Çileyê de ji aliyê yekîneya me ya Tîma Tolhildana ya Şehîd Nazelîn Korkût li Taxa Ataturkê fabrîkaya plastîkan hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de xisareke maddî di fabrîkayê de pêk hatiye.

MANÎSA: Di 13’ê Çileyê de li taxa Kirkagacê mînîbûsa aîdî kesê bi navê H.Î.D ji aliyê yekîneya me ya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de mînîbus îmha bûye.

STENBOL: Di 11’ê Çileyê de fabrîkayeke traktoran a li Eyup Sûltanê ji aliyê yekîneya me ya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandi. Di vê çalakiyê de du traktor îmha bûne û li fabrîkayê xisareke maddî pêk hatiye.

Di 14’ê Çileyê de marketeke li Taxa Fatîh Alîkalî ji aliyê yekîneya me ya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin.

Di 19’ê Çileyê de fabrîkayeke besteniyê ya li Avcilarê ji aliyê yekîneya me ya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa hatiye şewitandin. Di fabrîkayê de xisareke maddî pêk hatiye.

BÛRSA: Di 17’ê Çileyê de li navçeya Înegolê ji aliyê yekîneya me ya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa kepçeyek hatiye şewitandin û ev kepçe hatiye îmhakirin.”