DGH'ê li dijî tecrîdê çalakî kir

Tevgera Ciwanan a Şoreşger ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û grevên birçîbûnê slav bike li Stenbolê wesayitek şewitande û çalakiyek kir, ku di encamê de 10 nobedar û polîs birîndar bûn.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û destekê bide girtiyên di greva birçîbûnê de ji hêla Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve li Stenbolê çalakî hatine kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''15'ê Kanûnê saet 04.30'an li taxa Fevzî Çakmak a Baxçelîevlerê yekîyeke me wesayitek da ber êgir. Bi vê çalakiyê wesayit bi temamî hate rûxandin.

17'ê Kanûnê êvarî yekîneyeke me li dijî komeke 10 kesî ya nobedar û polîsan li taxa Esentepe ya Sultangaziyê çalakiyeke bi çek û bombeyî pêk anîne. Di encama çalakiyê de 10 kesên ku ji nobedar û polîsan pêk hatin birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.''

DGH'ê got, ''Çalakiyên me heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin wê bi zêdebûnê bidomin.''