DGH-DGKH encama çalakiyên xwe eşkere kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) di salvegera sêyemîn a serhildana 6,7,8 Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) di salvegera sêyemîn a serhildana 6,7,8 Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) di salvegera sêyemîn a serhildana 6,7,8 Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Em ê bi giyanê Şehîd Avesta, Şehîd Êrîş Mordem, Şehîd Îsa Avesta û Şehîd Nûda yên ku di serhildana 6,7,8’ê Cotmehê de têkoşiyan, li dijî dijmin têbikoşin û em ê şerê xwe geştir bikin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev tişt hatin eşkerekirin.
EDENE
“Li gara Edeneyê du vagonên tirênê ji aliyê yekîneyên me hatin şewitandin.
Li Organîze Sanayî ya Edeneyê fabrîkaya boyax û tînerê ya nêzî AKP-MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
STENBOL
Li Beyoglû Okmeydani ya Stenbolê yekîneyên me yên Şehîd Harûn Welat û Şehîd Jînda Întîkam avêtine ser cihên ku tiryakê difiroşin, li vê derê sê kes hatine hişyarkirin û tîryaka wan hatiye îmhakirin. Yekîneyên me li taxê propaganda kirine û gel bi çepikan piştgirî dane yekîneyên me.
Li Taxa Demîrkapi û Gaziyê ya Bagcilarê di kesên AKP’yî yên ku berê hatibûn hişyarkirin, hatin cezakirin. Me berê gelek kes hişyar kiribû, kesên ku li gorî van hişyariyan tevnegerin wê werin cezakirin.
AMED
Li Hûzûrevlerî ya Peyasê ya Amedê kesekî ku têkildarî taxê îstîhbarat dida dewletê berê hatibû hişyarkirin. Ligel hişyarkirinan vî kesî karê xwe domand. Kesê bi navê S.K. berê jî li ser navê piştgiriya maddî ji gel û esnafan pere dixwest. Ev kes ji aliyê yekîneyên me ve hatiye girtin û cezakirin. Wesayîta kesekî ku bi AKP’ê re dixebite jî ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
Li Dortyol û 5 Nîsanê ya Baglarê ya Amedê yekîneyên me yên tolhildanê yên Şehîd Avesta û Şehîd Nûda bi bombeyên deng û molotofan êrîşî du marketên kesên nêzî AKP’ê kirine. Piştî êrîşê herdu market hatine şewitandin û yekîneyên me bi silametî vegeriyane qadên xwe.”