DGH: 6 wesayit, depoyek û kargehek hatin şewitandin

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li metropolên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê çalakî hatine kirin û di encamê de 6 wesayit, depoyek û kargehek hatine şewitandin.

Koordînasyona DGH'ê ragihand, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna girtiyên li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin, Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Mawa li metropolên Tirkiyeyê gelek çalakî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên ku hatine kirin wiha ne:

STENBOL

"14'ê Adarê saet 04:30'î li taxa Kazim Karabekîr a navçeya Baglarê wesayitek hate şewitandin.

17'ê Adarê saet 04:30'î li taxa Talat Paşa ya navçeya Kagithaneyê wesayita kesê bi navê Z.O. hate şewitandin.

17'ê Adarê saet 00:30'î li taxa Hamîdiyeyê ya navçeya Kagithaneyê wesayitek hate şewitandin.

20'ê Adarê saet 23:30'î li taxa Înonu ya navçeya Şîşliyê depoyeke xurdeyan hate şewitandin.

23'ê Adarê saet 00:15'an li taxa Yeşîlova ya navçeya Kuçukçekmeceyê wesayitek ahte şewitandin.

24'ê Adarê saet 23:00 li taxa Pîrî Mehmet Paşa ya navçeya Sîlîvriyê wesayitek hate şewitandin.

23'ê Adarê saet 01:00 li taxa Omerlî ya navçeya Arnavûtkoyê depoya febrîqeyeke hilberîna ambalaj û kaxizan a ji 4 qatan hate şewitandin.

BÛRSA

23'ê Adarê saet 01:00 li navçeya Înegolê wesayita kesê bi navê S.E hate şewitandn.