DGD: Em ê dengê xwe bidin demokrasiyê
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş diyar kir ku nêzî 400 komele di bin banê wan de hene û ew ê dengê xwe bidin demokrasiyê.
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş diyar kir ku nêzî 400 komele di bin banê wan de hene û ew ê dengê xwe bidin demokrasiyê.
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş diyar kir ku li Kurdistanê ew ê li hemberî qeyûman dengê xwe bidin HDP’ê û li Stenbolê jî ew ê dengê xwe bidin CHP an jî namzetên demokrasîparêz.
Li Herêma Marmarayê ji her dera Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mirov hene. Li gorî daneyên Gerînendetiya Giştî ya Têkiliyên bi Civaka Sivîl re li Stenbolê 6 hezar û 657 komeleyên herêman hene. Ev komele di hilbijartinên herêmî de xwedî giranî û bandorekê ne.
MESELEYA ME YA BINGEHÎN DOZA KURDAN E
Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat li Stenbolê nêzî 400 komele û federasyon di bin banê wê de hene. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakîm Daş diyar kir ku ji sala 2003’an û heta niha ew rêxistina xwe didomînin û got ku “Armanca me ev e ku em van komeleyan bînin ba hev. Hedefa me ev e ku em demokrasiyê bi pêş bixin. Meseleyên wekî jin, bawerî û etnîsîte li ber me hene. Lê ji bo me, meseleya bingehîn doza Kurdan e. Heta ku ev doz çareser nebe wê pêşiya demokrasiyê were girtin. Em tevkariyê li çareserkirina vê meseleyê dikin. Saziya me bêtir em ji bo şîn û şahiyan tên ba hev. Ji bo parastina çandê, ev rîtuelên girîng in.”
LI KURDISTANÊ LI HEMBERÎ QEYÛMAN EM Ê DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê
Abdulhakîm Daş derbarê hilbijartinên herêmî fikrên xwe diyar kir. Daş got ku, “Qeyûm li ser gelek şaredariyan hatin peywirdarkirin. Peywirdarkirina qeyûman ji bo me, ne meşrû ye û li gorî me ev tişt li dijî demokrasiyê ye. Di vê hilbijartinê de alîgirên wekhevî, demokrasî û edaletê divê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji xeynî vêya tu alternatîf tune. Li Stenbol jî li hin cihan em ê piştgiriya HDP’ê bikin û li hin cihan jî em ê dengê xwe bidin CHP an jî namzetên demokrasiyê. Ne ku em alîgiriya CHP’ê dikin. Armanca me qelskirina faşîzmê ye. Îro CHP jî piştgirî da dagirkeriya Efrînê û ji bo rakirina destnedayîna parlementeran wê jî dengê xweda. Em hay ji van tiştan jî hene.”