Polîtîkaya şewitandin û xirakirina xwezaya Kurdistanê ya dewleta Tirk a sed salî bêyî navber dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker ku bi salan in polîtîkayên şerê taybet dimeşîne, êrîşî civaka Kurdistanê Kurdistanê, xweza û hemû zindiyên li erdnîgariya wê dike.
Bi taybet bi awayekî giran bikaranîna çekên kîmyewî di operasyona dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, li xwezayê Kurdistanê hilweşandineke dem dirêj çêdike. Çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst bi kar tîne, ligel ku bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin jî, dewletan ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji bikaranîna van çekan û talankirina xwezaya Kurdistanê re dineqînin.
Herêma Sergelê yek ji wan cihan e ku di encama bombebaranê de bi sedan dar dişewitin û ji koka xwe tên rakirin.
Rojnamevan Çinar Goktaş zirarên giran ên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombebaranan daye erdnîgarî û ekolojiya Kurdistanê, belge kir.
Dewleta Tirk li Sergelê ji bo qadên jiyanê yên gerîla tune bike û qeraqolan ava bike daristanan dişewitîne. Birîn û şewitandina darên sedsalî yên li herêma Sergelê talana xwezayî ya li Kudistanê bi pêş çav dixe.