Dewleta Tirk tevî Iraqê got, ‘êrîş wê bidome’
Dewleta Tirk li Mexmûrê sivîl qetil kir, Iraqê jî noteke ya hişyariyê pêş kêş kir. Wezîrê Karê Derve yê Tirk ragihand ku wê êrîş bidome.
Dewleta Tirk li Mexmûrê sivîl qetil kir, Iraqê jî noteke ya hişyariyê pêş kêş kir. Wezîrê Karê Derve yê Tirk ragihand ku wê êrîş bidome.
Dewleta Tirk 13’ê Kanûnê di saetên şevê saet 21:00’ê herî bombe li Wargeha Penaberan a Mexmûrê barand. Di encama bomberdûmanê de 4 jinên sivîl şehîd bûn. Wezareta Karê Derve yê Iraqê ji ber êrîşên bang li Sefîrê Tirk ê Bexda yê kir, hate gotin ku serweriya hewayî ya Iraqê binpê kiriye û noteke ya protestoyê pêşkêş kir.
Rayedarên Wezîrê Karê Derve yê Tirk bi daxuyaniyekê ku qada hewayî û serweriya Iraqê binpê dike bersivand.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hamî Aksoy got: “Pêwîstî bi ewlekariya Tirkiyeyê heye, heta ku rêxistinên terorî li ser axa Iraqê bin, di çarçoveya têkoşîna bi terorê re operasyon wê bidome.”
JINA 73 SALÎ KIRIN ‘TERORÎST’
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Weîzrê Karê Derve ve hate kirin, hemû gelê li Mexmûrê weke ‘terorîst’ pênase kir.
Di êrîşê de Asyiya Alî Muhammed a 73 salî neviya wê Narinc Ferhan Qasim 26 salî, Evîn Kawa Mahmût a 14 salî û Eylem Mûhammed Emer ên mêhvan hatibûn qetilkirin. Dewleta Tirk ev kes weke ‘terorîst’ pênase kir.