Dewleta Tirk li Viyana û Pîsa hatin protestokirin

Li paytexta Awûstûrya Viyana û bajarê Pîsa êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û B akurê Sûriyeyê hate protestokirin.

Li Viyanayê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de Kurd û dostên wan ên li Mûseûmsqûartîerê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de nûnerê PYD Viyana Dr. Sabrî Hemo axivî û banga yekîtiya netewî li Kurdan kir. Hemo got wê YPG û YPJ êrîşên dewleta Tirk vala derbixe.

Berpirsê Partiya Demokratîk a Sûriye ya Awûstûryayê Mecîd Elo jî axivî û bibîr xist ku êrîşa li ser Rojava tê wateya êrîşa li ser hemû Kurdan. Serokê Saziya Ji bo Koçberan Piştgirî Mîchael Genner peyama piştgiriya bi YPG/YPJ’ê re da.

Piştî axaftinan girseya gel ber bi Heldenplatzê ve kete meşê û di meşê de pankartên bi nivîsên “Dema ku Kurd li gel DAÎŞ’ê şer dikin, Tirk êrîşî Kurdan dike”, “Erdogan terorîstê di cîhanê de herî mezin e” û “Êrîşên li ser Kobanê bidin rawestandin” dîsa posterê Ocalan û alên YPG/YPJî KCK û PKK’ê hatin bilindkirin.

PÎSA

Li bajarê Pîsa yê Îtalyayê jî li ser destûrnedana mîtîngek bê kirin ji bo roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pankartek hate daliqandin. Komek çalakvanên ku êrîşên dewleta Tirk protesto kirin, piştî xwendina belavokekê û şûnde dawî li çalakiya xwe anîn.