Dewleta Tirk li Sandvîkenê hate şermezarkirin

Qetilkirina sê jinên Kurd li gundê Helincê yê Kobanê bi destê dewleta Tirk, li bajarê Sandvîken ê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajêr, komkujiya ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) li gundê Helincê yê Kobanê kir û 3 jinan jiyana xwe ji dest dan, çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de ku li navenda bajêr pêk hat, wêneyên jinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, alên Tevgera Jinên Kurd hatin hildan û belavokên têkildarî mijarê hatin xwendin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujerê jinan Erdogan", "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Piştevanî bi Kurdistanê re" hatin qîrîn û ji bo şoreşa Rojava dirûşm hatin qîrîn.