Dewleta Tirk li Grazê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe roja Şemiyê saet 15'an li Gîesplatzê li hev civiyan û ber bi Haûptplatzê meşiyan.

Di meşê de êrîşên dewleta Tirk û welatên Ewropayê yên destekê didin rejîma Erdogan hatin şermezarkirin.

Hevserokê Civaka Azad Halîs Sever li qada çalakiyê axivî û got, wê li pêşberî êrîşên li destketiyên gelê Kurd tên kirin bêdeng nemînin.

Sever diyar kir, Kurd nirxên mirovahiyê li dijî çeteyan diparêzin, lê belê bazareke nû li ser gelê Kurd tê kirin û wê vê qebûl nekin.

Sever bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, êrîşên li ser Rojava ji tecrîdê cuda nîne. Sever got, "Heta ku Rêber Ocalan û Kurdistan azad be, em ê têkoşîna xwe bidomînin."