Dewleta Tirk li Frankfûrtê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û zextên li çapemeniya azad û mûxalîf, hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li bajarên Gîessen û Darmstadt jî tevî dostên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê ve hat lidarxistin û saet di 16:00 de dest pê kir. Tevî baranê jî bi qasî saetekê dewam kir.

Li vir axaftin hatin kirin û hat ragihandin, dewleta Tirk a nikare xwe li destketiyên Kurdan ên li Rojava rabigire, her roj bi rengekî cuda êrîşî Rojava dike.

Hat destnîşankirin, ku yekane hêza li Rojhilata Navîn li dijî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe dide, YPG û YPJ ye û hat gotin, divê dewleta Tirk êdî destê xwe ji Rojava vekişîne.

Çalakgeran girtina saziyên medya mûxalîf û azad, şermezar kirin.

Di mîtîngê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "TC ji Rojava bicehime", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

...