Dewleta Tirk li Cizîrê 3 kesên din qetil kir
Li Cizîrê, di encama bomberdûman û gulereşandina ji wesayîtên zirxî û segvanên hêzên dewleta Tirk de, li gorî agahiyên destpêkê 3 kesên din jiyana xwe ji dest dane. Berxwedana gel bênavber dewam dike.

Hêzên dewleta Tirk, taxên Nûr, Sûr, Cûdî û Yafes ên navçeya Şirnex Cizîrê bombe dike. Li taxa Cûdî ku pevçûneke dijwar lê diqewime 2 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Yek jê zarok 3 kes birîndar bûn, ku rewşa yek jiw an giran e. Li Tax Nûrê jî 4 kes bi giranî birîndar bûn. Gel hewl dide birîndaran bi derfetên xwe tedawî bike. Di êrîşan de gelek xanî jî şewitîn.
Gel li nava kolanan bi tilîliyan êrîşê şermezar dike. Berxwedana ciwanan jî dewam dike.
Li taxên Nûr, Sûr, Cûdî û Yafesê hînê dengê bombe û çekan tê.
Di vê navberê de, heyeta HDP'ê û wezîrên HDP'yî yên berê xwe dane Cizîrê li derketina ji Hezexê hatine astengkrin. Polîsan ji heyetê re gotin ew ê nehêlin derbas bibin. Hevdîtinên di navbera heyetê û hêzên dewletê de dewam dikin.