Dewleta Tirk li Berlîn, Stockholm û Mîlanoyê hate şermezarkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava hatin şermezarkirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava hatin şermezarkirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava hatin şermezarkirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, êvara Pêncşemê bi dirûşma "Şoreşa a me ye-berpirsyarî ya me ye" xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Interventîonalîstîschen Lînken (IL), Çep a Radîkal a Berlînê (RLB) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de rejîma Erdogan ku xwe amade dike êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û welatên Ewropî yên bêdeng in, hatin şermezarkirin. Li gel Kurdistaniyan gelek Elman jî tevlî xwepêşandanê bûn. Biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo vekişîna ji Sûriyeyê jî hate şermezarkirin. Qisekeran bang li hikumeta Elman a federal jî kirin ku nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk. Çalakgeran xwestin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û piştgirî dan Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye. Meşa ku ji meydana Hermannplatzê dest pê kir, li navçeya Kreûzbergê bi dawî bû.
STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo şermezarkirina helwesta DYE'yê, komek ji jinan bi banta reş devê xwe girtin û pankarta bi nivîsa "Bila dewleta Tirk ji Rojava bicehime" hildan. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hate ragihandin ku dewleta Tirk û DYE'yê li dijî Rojava peymanên qirêj kirine. Ji çalakgeran Ayşe Goktepe ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li Rojhilata Navîn lîstikên qirêj tên lîstin û tê xwestin ku destketiyên gelê Kurd ji holê werin rakirin. Goktepe got, gelê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî wê hêzê ne ku dikarin sîstema wekhev, adil, ekolojîk û femînîst a li Rojava biparêzin û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku xwedîderketina li Rojava derkevin.
MÎLANO: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê û gefên dagirkeriyê yên li Rojava dixwe, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate silavkirin. Çalakger li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û bi vê armancê heta ber stasyona Kadornayê meşiyan. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we rê li ber bombekirinê vedike" hate vekirin.