Dewleta Tirk li Îtalya, Awûstûrya û Elmanyayê hate şermezarkirin

Li bajarên Roma û Novara yên Îtalyayê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarên Dresden, Leîpzîg û Chemnît ên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Îtalya Romayê du çalakî hatin kirin.

Çalakiya destpêkê bi beşdariya Kurdistaniyan û Îtalyaniyan li ber parlamentê ya li Piazza dei Montecîtorio pêk hat.

Di çalakiyê de ku Rete Kurdistan, Rete Jin, UIKI û Komeleya Çandê ya Araratê pêk anîn êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Çalakiya duyemîn jî bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Îtalyayê li Piazza Sendî pêk hat û hejmarek ji Îtalyaniyan tevlî bûn.

Nûnerê Partiya Sosyalîst li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku ew bi Kurdan re ne. Berdevk bi bîr xist ku Kurdan dinya ji terora DAÎŞ'ê rizgar kirin.

NOVARA

Li bajarê Novara yê Îtalyayê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku êrîşên Erdogan ên li dijî Rojava nayên qebûlkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku wê piştevaniya Kurdan bikin û dirûşma "Kujer Erdogan" qîriyan.

VIYANA

Çalakiyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bênavber didomin. Çalakger li ber Fîrmaya Rhein Metal li hev kom bûn û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê şermezar kirin.

Li Stephansplatzê jî êvarê çalakiyek pêk hat.

LI DRESDEN, LEÎPZÎG Û CHEMNÎTZÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ YÊN LI DIJÎ KOMKUJIYÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN KIRIN

Li bajarên Dresden, Leipzig û Chemnitz ên Eyaleta Sachsen a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava bi çekên kîmyewî dike meş û mîtîng pêk hatin.

Kurdistaniyan bang li hikumet û parlamenta Elmanyayê kirin ku li dijî komkujiyên li Rojava tên kirin, li dijî kuştina zarokan û sivîlan tedbîran werbigirin.