Dewleta Tirk li 6 bajarên Swêdê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarên Stockholm, Goteborg, Kalmar, Helsîngborg, Orebro û Girava Gotland ên Swêdê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarên Stockholm, Goteborg, Kalmar, Helsîngborg, Orebro û Girava Gotland ên Swêdê hatin şermezarkirin.
Çalakgeran gotin, heta ku dagirker bên têkbirin wê çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya gelê Efrînê bidomînin.
GOTEBORG: Kurdistanî û dostên wan li meydana Gotaplatsenê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Gelê Efrînê b tenê nîne" vekirin. Qisekeran jî bi bîr xistin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Eworpayê kirin ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.
HELSÎNGBORG: Li navenda bajêr xwepêşandanek hate lidarxistin û wêneyên sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin kuştin, her wiha alên YPG/YPJ'ê hatin hildan û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê daxuyaniyek hate dayin. Di çalakiyê de dirûşmên "Tirkiye ji Efrînê bicehime", "Kujer Erdogan, durû Pûtîn" Tirkiye û Rûsya hatin şermezarkirin.
KALMAR: Kurdistaniyên li Kalmarê daketin qadan û ji bo Efrînê çalakî li dar xistin. Bi navê Partiya Keskan, KJAR'ê û Navenda Civaka Demokratîk axaftin hate kirin û bal hate kişandin ser komkujiyên ku bi destê çeteyan li dijî sivîlan tê kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc dike û ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku pêşî li dewleta Tirk bigire.
OREBRO: Kurdistaniyên ji çar parçeyan li meydana Radhûstorgetê li hev civiyan û bomberdûmana AKP'ê û dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistanî li ber pankarta bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne" û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan", "Dewleta Tirk ji Rojava bicehime" meşiyan. Piştre daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, heta ku dagirkeriya dewleta Tirk bê têkbirin wê çalakiyên xwe bidomînin.
GIRAVA GOTLANDÊ: Li Girava Gotlandê, Xaça Sor, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ji bo şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê li sivîlan dike û ji bo piştevaniya gelê Efrînê xwepêşandanek li dar xistin. Çalakî li meydana Ostercentrûmê pêk hat û hate ragihandin ku dewleta Tirk bi binpêkirina gelek qanûnên navneteweyî re li Efrînê li dijî sivîlan şer dike. Di çalakiyê de Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa hatin rexnekirin, ji ber ku dest li êrîşê wernadin.