Dewleta Tirk ji hev dikeve: Bi sedan leşker hatin binçavkirin

Di nava kesên hatine binçavkirin de, fermandarên leşkerî yên li li bajarên Kurdistanê operasyon dimeşandin jî hene.

Şerê desthilatdariyê yê li nava dewleta Tirk mezin dibe. Rejîma AKP/Qesrê operasyona li hemberî artêşê ya piştî hewldana darbeyê didomîne. Di nava kesên hatine binçavkirin de, fermandarên leşkerî yên li li bajarên Kurdistanê operasyon dimeşandin jî hene.

ENQERE

Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Necîp Cem Îşçîmen da xuyakirin, ku li Enqereyê zêdeyî 500 kes hatine binçavkirin.

DENÎZLÎ

Ji 105 leşkerên payebilind ên li Denîzliyê hatin binçavkirin, 58 leşker pişî ragirtina li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Tevî Fermandarê Tûgaya 11. û Garnîzoan Denîzliyê Tûggeneral Ozbakir, 51 efser û binefser ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 6 personelên leşkerî jî ji bo bêyî girtî bên darizandin hatin berdan.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê Serokê Serkana Artêşa Egeyê Tumgeneral memdûh Hakbîlen, Fermadnarê Tûgaya Piyade ya Deryayî Amfîbî Tûgamîral Halîl Îbrahîm Yildiz hatin binçavkirin. Li bajêr 1 tumgeneral, 1 tûggeneral, 1 tûgamîral, 8 serheng, 4 yarbay, 3 serdar, 6 serpel û 18 payebilindên din bi giştî 42 leşker hatin binçavkirin.

Fermandarê Garnîzona Balikesîrê Tumgeneral Mehmet Akykurek û Fermandarê Garnîzon a Çalakkaleyê Tûgamîral Serdar Ahmet Gundogdû hatin binçavkirin. Li Lulebûrgazê Fermandarê 65. Tûgaya Piyade ya Mekanîze Tûggeneral Cemalettîn Dogan û 130 leşker hatin binçavkirin.

STENBOL

Li Stenbolê, Serokê Tevgera Fermandariya Artêşa 1. Tûggeneral Eyyup Gurler û Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Stenbolê Serheng Sercan Gurcan, Fermandarê Dibistana Şer a Hewayî ya Stenbolê Serheng Ahmet Gumuş, ji Fermandariya Hêzên Hewayî pîlot Serhend Karakûş jî hatin binçavkirin. 

Fermandarê Artêşa 2. Orgeneral Adem Hûdûtî û Fermandarê Serkana Artêşa 2. û Fermandarê Garnîzona Meletiyê Tumgeneral Avnî Andûn hatin binçavkirin. Hûdûtî operasyonên li Cizîr û Sûrê birêve dibir. Fermandarê Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê Tûggeneral Ahmet Otal ê li Geverê operasyon bi rê ve dibir, hat binçavkirin. Yek ji rêveberên operasyona li Geverê Fermandarê Tumena Piyade ya 3. a Taktîkê ya Geverê Tumgeneral Halîl Îbrahîm Ergîn jî hat binçavkirin.

Fermandarê Baskê 3. ê Artêşê yê Stenbolê Korgeneral Erdal Ozturk, li Înegol a Bûrsayê hat binçavkirin. Ozturk di dema hewldana darbeyê de di weşana zinvî ya NTV de banga "li leşkergehên xwe vegerin" li leşkeran kiribû.

Ji leşkerên darbekar serhenê serkan Fatîh Kiliç di dema operasyonê de hat kuştin.

EDENE

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê 14 kes binçav kir, ku 4 jê personelên balafira tanker e. Di nava van de Fermandarê 10. Baregeha Tanker a Încîrlîkê pîlot Tûggeneral Bekîr Ercan Van jî heye.

MERSÎN

Fermandarê Garnîzona Mersînê û Fermandarê Herêma Derya Spî Tûgamîral Nejat Atîlla Demîrhan hat binçavkirin. Fermandarê Dibistanên Jendermeyan Tûggeneral Sadik Koroglû li Beytepeyê hat binçavkirin.

MARMARÎS

Li Marmarîsê pîlot serheng Mûrat Dagli, pîlot serheng Zekî Goçmen, serheng Alî Akturk, yarbay Davût Ûçan, serpel Mehmet Cantaş, Serçawişê bi qidem Aydin Ozsicak, Serçawiş Mûrat Gosterît, Serçawiş Ahmet Kocan bi îdîaya ku tevlî operasyona li hemberî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li oteleke li Marmarîsê bûne, hatin binçavkirin.

COLEMÊRG

Fermandarê Tûgaya Komando ya Bolû ku 4 salan li gel Serokkomarê 11. Abdullah Gul wezîfe kir Tûggeneral Îsmaîl Guenşer hat binçavkirin. Guneşer li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hat binçavkirin û li mala wî ya li Bolûyê lêgerîn hat kirin. Fermandarê 49. Tûgaha Komando ya Çewlikê Tûggeneral Yûnûs Kotaman jî hat binçavkirin. Fermandarê 70. Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya Mêrdînê Tûggeneral Salîh Kirhan hat binçavkirin.

Li navçeya Colemêrg Çelê Fermandarê 34. Tûgaya Sînor Tûggeneral Alî Salnû, Fermandarê 2. Tûgaya Sînor Tûggeneral Cîhat Erdogan û Fermandarê Herêma Kavûşak a 2. Fermandariay Tûgaya Sînor a Çelê Serheng Çetîn Ogut hatin binçavkirin. Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Colemêrgê Serheng Demîrcan Demîrcî û Fermandarê Garnîzona Mûşê Serheng Îsmaîl Işik hatin binçavkirin.

Fermandarê Tûgaya Komando ya Jendermeyan a Çakisogut a Şirnexê Tûggeneral Alî Osman Gurcan, 2 serdar û 3 serpel jî di nav de 309 leşker hatin binçavkirin.

Fermandarê 3. Tûgaya Komando ya Sêrtê Tûggeneral Ahmet Şîmşek û alîkarê wî serheng Alîcan Erkîlîtlîoglû hatin binçavkirin.

Waliyê Meletiyê Mûstafa Toprak, 39 personelên 7 balafirên şer ên li Balafirgeha Meletiyê hatin binçavkirin.

Li îdirê 5 leşkerên payebilind, li Erdexanê 2 fermandar, li Qersê 22 leşkerên payebilind hatin binçavkirin. 

Li Trabzonê jî Walî Yucel Yavûz, Cîgirê Fermandarê 4. Tûgaya Piyade ya Motorî ya Trabzoyê Serheng Bahadir Dalgiç ji ber hewldana darbeyê hatin binçavkirin.

Fermandarê Garnîzona Artvînê Serheng Gençay hat binçavkirin.

Li Kirşehîr û Erzîromê jî bi dehan leşkerên payebilind hatin binçavkirin.