Dewleta Tirk ji bo jinên Tirk ên DAÎŞ'î heyetekê dişîne

Hikumeta Tirk, heyetek ji wezîfedarên wezaretê dişîne Iraqê ji bo jinên Tirk ên DAÎŞ'î yên cezayê îdamê li wan hatiye birîn ziyaret bike.

Jinên Tirk ên DAÎŞ'î ku li Iraqê cezayê îdamê li wan hatiye birîn, tê payin ku ji aliyê rayedarên hikumeta Tirk ve bên ziyaretkirin.

15 jinên ku welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û li Iraqê hatin darizandin, sûcdar hatin dîtin û cezayê îdamê li wan hate birîn. Dadgerekî heyet dadgehê got, "Piştî ku hate îspatkirin ku ev jin endamên rêxistina terorê DAÎŞ'ê ne û li xwe mikur hatin ku bi endamên DAÎŞ'ê re zewicî ne, alîkariya lojîstîk dane rêxistinê û ji bo çalakiyên terorê alîkarî dane", der barê wan de biryar hatiye dayin. Destpêka meha Sibatê jî li jineke welatiya Komara Tirkiyeyê cezayê îdamê hatibû birîn.

Li gorî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya li Iraqê, gumanbar tevlî çalakiyên bi navê DAÎŞ'ê nebû bin jî, ji endametiya rêxistinê ya jî alîkariya rêxistinê dikarin bi îdamê werin cezakirin.

Tê texmînkirin ku herî kêm 328 jin û 600 zarok bi îdîaya endametiya DAÎŞ'ê li Iraqê hatine girtin.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve agahî da BBC Tirkî û diyar kir ku heyetek ji rayedarên Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir, wê di nava rojek, du rojan de serdana jinên ku hikum der heqê wan de hatiye danîn bike û beriya her tiştî wê nasnameya jinan tespît bike. Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Tirk îdîa kir ku heta niha têkilî bi wan jinan re nehatiye danîn û piştî tespîtkirina nasnameyê wê fêhm bikin bê jinên cezayê îdamê li wan hatiye birîn welatiyên Komara Tirkiyeyê ne yan na.

WEZARETA KARÊN DERVE YA TIRK DAÎŞ'IYAN DIPARÊZE

Rayedarê Wezareta Karên Derve bi vê gotina xwe hewl da jinên DAÎŞ'î biparêze; ev jin û zarok piştî êrîşa li Tel Aferê, di operasyonê de bêyî ku mêrek bi wan re be hatine girtin û tê îdîakirin ku endamên malbatên DAÎŞ'iyan e. Rayedarê Tirk anî ziman ku ti delîlek li dijî wan jinan pêşkêşî wan nehatiye kirin û bi van gotinan DAÎŞ'î parast: "Îdîa û delîlên der barê wan de wê ji niha û pê ve di rojevê de bin. Mafên wan ên di dema darizandinê de, di serî de mafê temyîzê wê di rojeva me de bin. Di navbera her du welatan de peymana alîkariya hiqûqî-edlî jî heye. Di çarçoveya hin şertan de radestkirina sûcdaran dikare bê kirin."

DIXWAZIN BI WAN RE YEKSER HEVDÎTINÊ BIKIN

Rayedarê Tirk anî ziman ku di qonaxa heyî de ji bo radestkirina jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn ti helwdaneke dîplomatîk nîne û diya rkir ku beriya her tiştî divê nasnameya wan bê piştrastkirin. Rayedar got, "Me hê ti ji mirovên ku hatine darizandin û cezayê îdamê li wan hatiye birîn nedîtine. Ti agahî der barê wan de negihîştiye me. Em hê nizanin bê welatiyên Komara Tirkiyeyê ne yan na. Di nava wan de dibe ku Azerî û Tirkmen jî hebin. Piştî ku yekser hevdîtin bi wan re hate kirin ev ê zelal bibe."

WÊ ZAROKAN BI XWE RE BIBIN

Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Tirk diyar kir ku ji bo 17 zarokên sêwî yên li stargeheke li Bexdayê ne bên radestkirin, hewldanan dest pê kirine.