Dewleta Tirk çiyayê Cûdiyê dişewitîne
Artêşa Tirk li çiyayê Cûdî roja Duşemê li heft cihan şewat derxist û nahêle ku kes biçe şewatê bitefîne jî.
Artêşa Tirk li çiyayê Cûdî roja Duşemê li heft cihan şewat derxist û nahêle ku kes biçe şewatê bitefîne jî.
Şewata li Cûdî roja Duşemê ji hêla leşkerên Tİrk ve hate derxistin. Kanên xwecih gotin qereqola leşkerî ya li Qursekêça 3 guleyên bişewq avêtine û li Newa Qêrê şewat derketiye.
Halê hazir li heft cihan şewat heye û şewat li hemû bajêr xuya dike. Ji bilî Newa Qêra her wiha li Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê, Gilindor, Ciganê, herêma Newa Qêra û mezrika Bênavya ya Gundikê Melê jî şewat heye.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Şefîtiya Kargeriya Daristanan a Şirnexê gotiye, ''Ji duh ve hemû rayedar, midûr hewl didin ku biçin herêma şewatê lê leşkeran ekîba ji 6 wesayit û ararozekê asteng kiriye û nehiştiye ku şewatê bitefînin.''
Şefîtiya Kargeriya Daristanê got bi hinceta 'ewlehiyê' leşkeran nehiştiye û diyar kir cihê ku şewat lê derketî ne 'herêma ewle' ye.
Her wiha hate gotin şewata li gundên Hezexê yên li Ereban, Kîwex û Basiprînê yên ku eynî rojê derketine hatine tefandin.