BI DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker li Zurîhê hate protestokirin

Li bajarê Zurîh a Swîsreyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Kantona Efrînê bi meşekî girseyî û mîtîngekê hate protestokirin.

Meşa ku ji Helventîapltzê destpê kir, pişre jî mîtîngekê berdewam kir.

Di çalakiyê de li ser navê Dem-Kurd û KCD axaftin hatin kirin. Parlementera berê ya HDP’ê ya Mûşê Demîr Çelîk jî axivî.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang hate kirin ku bi ruhê seferberiyê li dijî faşîzma AKP’ê rabin ser lingan.

Di çalakiyê de dirûşmên “Tirkiye ji Rojava derkeve”, “DAIŞ’=Tirkiye”, “Bijî Berxwedana Rojava û YPG/YPJ’ê” û “ Bijî Serok Apo”hatin berzkirin.